Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê 24 şehîdên meha Kanûnê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Gelê Dirbêsiyê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
27 kanûn, 2018   12:58

HESEKÊ

Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ji bo bîranîna 24 şehîdan merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê a Dirbêsiyê hate lidarxistin. Bi sedan şênî tev li merasîmê bûn.

Her wiha bi dehan şervanên YPJ/YPG, QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn tev li merasîmê bûn. Hola merasîmê bi wêneyên pakrewanên ku di meha Kanûnê de şehîd bûne, hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û destnîşan kir ku şervanên YPJ/YPG û QSD`ê ji bo rizgarkirina gelê herêmê û azadiya wan canê xwe feda kir. Xetîb got destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, hemû bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdên ku ji bo azadî û parastina gelê Bakur û Rohilatê Sûriyê canê xwe feda kirine, pêk hatine.

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Rûbar Dêrik destnîşan kir ku berdêlên tevgera şoreşger pir in û wiha anî ziman: "Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tişt di oxira wê rêyê de feda kirin. Em amade ne ku ji bo azadiya gelê xwe bidest bixin her tiştê giran buha feda bikin. Tenê mirov dikare bi rêya berxwedan û têkoşînê parastina destkefiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bike.”

Her wiha Rûbar Dêrik destnîşan kir ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ne tiştekî ecêb e, wan dizanîbû ku Koalîsyona Navdewletî dê rojekê xwe vekişîne, ji ber wê tu carî pişta xwe bi wan ve girê nedidan û ew ê heta dawiyê bi awayekî zêdetir di aliyê siyasî û leşkerî de têkoşîna xwe zêde bikin.

Paşê navên pakrewanên ku di meha Kanûnê de şehîd bûne, hatin xwendin. Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ/YPG û QSD`ê bi dawî bû.

(bx)

ANHA