Pêngava hişyarkirina têkildarî mayinan li Dêrazorê dest pê kir

Rêxistina Syria Relief û Mac bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo hişyarkirina şêniyên li gundan têkildarî mayin û bermahiyên ku çeteyên DAIŞ`ê çandibûn, dest bi pêngavekê kir. Her wiha meclisên gundên rojhilat û bakurê Dêrazorê dîwarên dibistan û saziyan rengîn kirin.

Pêngava hişyarkirina têkildarî mayinan li Dêrazorê dest pê kir
Pêngava hişyarkirina têkildarî mayinan li Dêrazorê dest pê kir
Pêngava hişyarkirina têkildarî mayinan li Dêrazorê dest pê kir
Pêngava hişyarkirina têkildarî mayinan li Dêrazorê dest pê kir
27 kanûn, 2018   12:35

DÊRAZOR

Ji bo parastina ewlehiya şêniyan, rêxistinên li gundên rojava û rojhilatê Dêrazorê dest bi pêngava hişyarkirina şêniyan, saziyên sivîl û dibistanan der barê mayin û bermahiyên şer de bi hemû şekl û cureyên wê kir.

Dersên hişyarkirinê li bajarokên gundên rojavayê Dêrazorê yên El-Kesra, Hîmar El-Elî, Sewa, Mihêmêdiyê û gundê Cinyê pêk hatin.

Piştî ku çalakiya hişyarkirinê li gundên rojava bi dawî bû, rêxistinê li gundên rojhilatê bajarê Dêrazorê dest bi karê xwe kir.

Hêjayî gotinê ye piştî ku QSD`ê herêmên Reqa, Dêrazor û Tebqa rizgar kirin, çeteyan bi hezaran mayin li şûna xwe hiştin. Ev yek jî bû sedema kuştina bi sedan sivîlan. Komên endezyariyê yên girêdayî QSD`ê herêmê ji mayinan paqij dikin.

Her wiha meclisên gel li gundên rojhilatê Dêrazorê dest bi rengînkirina dîwarên dibistan, saziyên xizmetguzariyê û kolanan kir.

(jo)

ANHA