‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’

Beşdarên yekemîn konferansa Meclisa Jinên Minbicê diyar kir ku lidarxistina konferansê di vê pêvajoya aloz û bilindbûna gefên Tirkiyê de, pêngaveke girîng e û nîşana asta berxwedana hemû jinên bakurê Sûriyê ye.

‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
‘Lidarxisitina konferansê berxwedana jinên Bakurê Sûriyê nîşan dide’
27 kanûn, 2018   12:28

MINBIC

Yekemîn konferansa Meclisa Jinên Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk in" bi axaftinan dewam dike.

Nûnerên Meclisa Jinên Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê û şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Bi navê Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Elelî axivî û lidarxistina konferansê li hemû jinan pîroz kir. Meha da zanîn ku konferans di encama keda jinên têkoşer û birêxistinkirî de hatiye lidarxistin.

Meha Elelî bal kişand ser rola Meclisa Jinên Minbicê di pêşxistin û perwerdekirina jinan de, piştî zilm û zora bi salan di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de, her wiha keda meclisê di hêla birêxistinkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî di konferansê de axivî û diyar kir ku lidarxistina konferansê di vê pêvajoya hestyar de pêngaveke girîng e, ji ber ku Minbic û hemû herêmên Bakurê Sûriyê di bin gefên dagirkeriya Tirkiyê de ne, ev nîşana rihê berxwedanê yê gelên Bakurê Sûriyê û bi taybet jî yê jinan e.

Îlham Ehmed destkeftiyên jinan nirxandin û wiha got: “Ev konferans dide nîşandan ku jinan di warê xwebirêxistinkirinê de gavên girîng avêtine.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku herêm niha di bin gefên dagîrkeriya Tirkiyê de ye, Tirkiyê dixwze li herêmê tevliheviyan bike ``Tirkiyê hewil dide ku projeya neteweya demokratîk ku gelên herêmê bi vîna xwe ya azad ava kirine, têk bibe, û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.”

Der barê mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê Îlham Ehmed ev tişt anîn ziman: “Ked û fedekariya gelên herêmê hişt ku hêzên cîhanê alîgiriya me bikin, lewma vekişîna hêzên Amerîkayê ne tiştekî balkêş bû, ji ber ku zû yan dereng dê her vekişin, em pala xwe nadin hêzên derve, em pala xwe didin hêza gel.”

Îlham Ehmed ji hêzên cîhanî xwest ku li dijî gefên Tirkiyê helwesteke diyar nîşan bidin û wiha pê de çû: “Eger Tirkiye herêmê dagir bike dê xerabî û wêraniyê bi xwe re bîne, mînaka vê yekê jî Efrîn e ku çawa li wir kuştin û koçberî û talan pêk anîn.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin pêşeng in û bi hêz û vîna jinan dê hemû êrîşên li dijî gel têk biçin.

Her wiha di konferansê de li ser navê pêkhateyan axaftin hatin kirin, bi navê pêkhateya Çerkez Riweyda Silêman, pêkhateya Kurd Hêvîn Mihemed, pêkhateya Ereb Şîraz Qoco û bi navê pêkhateya Tirkmen jî Kefa El-Hesen axivîn û diyar kir ku hemû gelên herêmê li dijî gefên Tirkiyê yekdest in û ji bo ewlehî û aramiya herêmê banga yekrêziyê kirin.

Berdevka Meclisa jinên Sûriyê Lîna Berekat jî axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir. Berekat diyar kir ku jin dê terorê û dagirkeriya Tirkiyê li hemû deverên Sûriyê têk bibin.

Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê sekretera partiyê Hêvrîn Xelef axivî û diyar kir hemû jinên Sûriyê û ji hemû pêkhateyan dê li dijî gefên dagirkeran tê bikoşin. Xelef hêvî kir ku konferans bi biryarên ku yekitiya jinan bi hêz bike, tacîdar bibe.

Bi navê Kongreya Star Hediya Şemo axivî, Şemo rola şehîdan di pêşxistina yekitiya jinan de bi bîr xist û da zanîn ku jinan li bakurê Sûriyê destkeftiyên mezin bi dest xistine, her wiha da zanîn ku dengê şoeşa jinan li tevahiya cîhanê belav bûye.

Hediya Şemo bang li hemû jinan kir ku li hember êrîşên li dijî bakurê Sûriyê têkoşînê bilind bikin.

Piştî axaftinan nameyên pîrozbahiyê ku ji hêla KomîteyaTenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Çand û Huner û Komîteya Perwerdeyê ve hatin hinartin, hatin xwendin. Paşê sînevîzyona der barê xebatên Meclisa Jinên Mibicê de hate pêşandan.

Tê payîn ku konferans bi hilbijartina endamên meclisê û daxuyaniyê bi dawî bibe.

ANHA