‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’

Şêniyên navçeya Til Hemîsê di bin konê sersaxiyê yê şehîd Mûsa Salih El-Casim de wiha got: “Şehîdan bi xwîna xwe azadî û rûmet pêk anîn û ji bo tunekirina terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin. Her şoreşekê destkeftiyên xwe hene û destkeftiyên me azadî û rûmeta me ne."

‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
‘Şehîd stêrk in û rêya me ronî dikin’
27 kanûn, 2018   12:03

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Mûsa Salih El-Casim (Xesan) re xwest ku di pêngava Bagera Cizîrê  ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li gundê El-Hesîniyat ê bakurê Til Hemîs hate vedan.

Konê sersaxî bi wêneyên şehîd Mûsa El-Casim, şehîdan û alên QSD`ê hate xemilandin. Şêniyan berê xwe da kon û merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û gelek axaftin hatin kirin.

Li ser navê têkiliyên QSD`ê El-Hac Ehmed El-Kirîd axivî û destnîşan kir ku her kes dizane ku çi qas rûxandin û gef pêk tên û wiha got: “Hemû saziyên sivîl û leşkerî, welatparêz, hezkiriyên ewlehiyê amade ne hemû êrîşên ku ji hemû dewletên faşîst ên DAIŞ`ê li ser bajarê me, bişikînin."

El-Kirîd ji pêkhateyan xwest guh nedin fitneyan û wiha pê de çû: “Divê şêniyên herêmê guh nedin fitneyan, divê em Ereb, Kurd û Suryanan bibin xelek û xwe biparêzin ji ber ku em yek gel in û dijminê me yek e."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û hevserokê Meclisa Til Ehmedê Mihemed Xilêwî da zanîn ku şehîd Mûsa El-Casim ji bo azadî û rûmetê şehîd bû û wiha axivî: "Ji bo tunekirina terorê li Bakurê Sûriyê şehîd Mûsa canê xwe feda kir, bi saya şehîdan em jiyana normal dijîn û sazî û meclisên xwe aktîf dikin, şehîd stêrk in rêya me ronî dikin.”

Xilêwî destnîşan kir ku di şoreşa Sûriyê de wan xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart û gelek destkeftî bi dest xistin û wiha got: “Her şoreşekê destkeftiyên xwe hene û destkeftiyên me azadî û rûmeta me ne.”

(jo)

ANHA