Hêzên dagirkeriya Tirkiyê jinek li pêş çavên keça wê qetil kir

Hêzên dagirkeriya Tirkiyê hevjîna welatiyê bi navê Mihemed Edîb dema ku dixwest ji Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, li ber çavên keça wê ya biçûk qetil kir.

Hêzên dagirkeriya Tirkiyê jinek li pêş çavên keça wê qetil kir
27 kanûn, 2018   11:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku hevjîna welatiyê bi navê Mihemed Edîb ku niha li Tirkiyê ye, dixwest ji gundê Harim ê Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, hêzên dagirkeriya Tirkiyê ew bi guleyan kir hedef. Di encamê de hevsera Mihemed Edîp ku navê wê nehate zanîn, li ber çavê zaroka xwe ya biçûk hate qetilkirin.

Li gorî dîmenên ku li ser toreyên tevna civakî hatine belavkirin, zaroka biçûk niha li gel malbatekê li gundê Xirbet El-Coz e.

(bx)