Erebistana Siûdî bersiva Trump da: Me soza pereyan ji bo avakirina Sûriyê nedaye

Berpirsekî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya Washingtonê diyar kir ku welatê wî ji bo jinûveavakirina Sûriyê soza dayîna pereyan nedaye.

Erebistana Siûdî bersiva Trump da: Me soza pereyan ji bo avakirina Sûriyê nedaye
27 kanûn, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa CMBC a Amerîkayê, berpirsekî balyozxaneya Erebistana Siûdî ya Amerîkayê, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, bersiva daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump da û got welatê wî tu soz nedaye ku ji bo jinûveavakirina Sûriyê pereyan terxan bike.

Çavkanî diyar kir ku Erebistana Siûdî ji bilî paketa pereyan a meha Tebaxê tu sozên din nedane. Di meha Tebaxê de Washingtonê ragihand ku Siûdî dê ji bo aramiya herêmên Sûriyê yên ji DAIŞ`ê têne rizgarkirin 100 milyon dolar terxan bike.

Berpirsê Siûdî got welatê wî endameke çalak e di Hevpeymana Navneteweyî de ye û di mijara pêkanîna êrîşên asmanî de hêza duyemîn e, her wiha bi milyonan dolar ji bo alîkariya sivîlan terxan kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja duşemê li ser Twitterê gotibû “Erbistana Siûdî soz daye ku li şûna Amerîkayê pereyan ji bo jinûveavakirina Sûriyê terxan bike.”

(k)