Sefaretxaneya Îmaratê li Şamê tê vekirin

Li gorî agahiyên ku Sputnik li ser zimanê çavdêrekî ji wezareta karê derve yê Rejîmê diyar kiriye ku wê îro li Şamê sefaretxaneya Îmaratê were vekirin.

Sefaretxaneya Îmaratê li Şamê tê vekirin
27 kanûn, 2018   11:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêrekî ji wezareta karên derve ê rejîma Sûriyê diyar kir ku wê îro sefaretxaneya Îmaratê li paytexa Sûriyê Şamê were vekirin.

Çavdêr tu agahiyên cuda debarê ku wê kî tevlî merasîma vekirina sefaretxaneyê bibe, neda.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sefaretxaneya Îmaratê ji beriya 6 salan ji ber rewşa şer a li Sûriyê hatibû girtin. Ji beriya demekê hat sererastkirin. Piştî hevdîtinên Îmaratê û Rejîmê hat zanîn dê îro sefaretxane were vekirin.

(bx)