Mijarên ku îro rojnameyên Erebî behsa wan kirine

Rojmeyên Erebî nivîsîn ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Şamê nameyeke wisa bû ku Îsraîl guh nade şîroveyên girêdayî vekişîna Amerîkayê. Her wiha li Tirkiyê hikûmet hewil dide bi dermanên birîna êşê bertekên li dijî xerabûna abûriyê, kêm bike.

Mijarên ku îro rojnameyên Erebî behsa wan kirine
27 kanûn, 2018   10:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro behsa êrîşên asmanî yên Israîlê li Sûriyê û geşedanên dawiyê li derdora bajarê Minbicê kirin, her wiha mijarên mîna hewildanên avakirina hikûmetên Iraq û Libnan, çalakiyên protestoyî yên li Sûdan û Tûnisê û xirabûna abûriya Tirkiyê û agirbesta li Yemenê jî di rojevê de bûn.

Elereb: êrîşên li dijî Şamê nameya Israîlê ya di derbarê biryara vekişîna Amerîkayê de bû

Di mijara Sûriyê de rojnameya Elereb behsa êrîşên asmanî yên Israîlê li dijî Sûriyê kir ``êrîşên Îsraîlê yên dijî Şamê nameyeke wisa bû ku Îsraîl guh nade şîroveyên girêdayî vekişîna Amerîkayê ku dibêjin dê vekişîn bandore li Îsraîlê bike û dê tevgera Îsraîlê li dijî Îranê û milîsên wê li Sûriyê kêm bike.``

Di rojnameyê de dîsa hete gotin ``di axaftina Natenyaho ya roja çareşemê de nîşanên wiha hebûn ku dê vekişîna Amerîkayê pelikên hêzên herêmî tevlûhev bike, lê welatê wî dê ``xetên sor`` yên Sûriyê biparêze, herwiha tekez kir ku Israîl li dijî bihêzkirina Îranê di sûriyê de ye.

Natanyaho li ser twîterê got ``Em nahêlin ku Îran li dijî me li Sûriyê bihêz bibe.. emê bi tundî li dijî wê tevbigerin``.

Çavdêrên siaysî dibêjin ku Îsraîl ta niha karîbû hin deverên li Sûriyê bike armanc, mîna çawa rojane li Xezayê dike, her wiha Îran û Hizbulah jî êdî hew gefên bersidayînê didin``.

Elşerq Elewset: Sûriyê hêzên leşkerî rêkirin derdora Minbicê

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya Elşerq Elewset nivîsî ``hêzên hikûmeta Sûriyê bi sedan leşkerên xwe ber bi gundewarên rojhilatê Helebê ve rêkirin, xwe ji bo ketina bajarê Minbicê amade dikin.

Çavkaniyên li Sûriyê ji ajansa Almanî re gotin ku ``bi sedan şervanên tugaya yekemîn a artêşa Sûriyê û bi dehan alavên leşkerî, roja çarşemê berê xwe dane baregehên artêşê yên li herêma Tabe û Erîma yên rojavayê Minbicê, li bendê ne ku bikevin bajarê Minbicê``.

Berdebkê Meclisa Minbicê ya leşkerî Şervan Derwîş jî got ``hêzên hikûmetê leşkeran rêdike baregehên xwe yên li rojavayê Minbicê, lê neketine herêmên bi din desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokratî yên rojavayê Minbicê.

Derwîş got ``ta niha agahî negiştiye me ku ew hêz dê derbas bibe, aliyên siyasî hevdîtinên bi rejîmê re birêve dibin, lê wek hêza leşkerî ta niha tu agahî ji me re nehatiye``.

Her wiha Derwîş diyar kirk u ``hêzên me li eniyên şer yên li hember artêşa Tirk û komên opozisyonê de di nava amadebaşiyê de ne û wan hêzên xwe li wê herêmê zêde kirine``.

Elhatayt: girêka wezareta karên derve ya hikûmeta Îraqê çareser dibe

Di mijara Îraqê de rojameya Elhayat ev tişt nivîsî ``hevgirtina (Elbinaa) ya bi serokatiya Hadî Elamirî di mijara hevpeyvînên bi hevgirtina (Elislah) ku bi serokatiya Muqteda Elsedir e , re hin agahiyê girîng aşkere kirin û got ku dibe di mijara pijarteyê wezareta karê derve de, lihevhatinek bibe ku hemû alî jê razî bin. Endamê perlemanê Henîn Elqido ji Elhayat re got ``gotûbêjên bi (Elislah) re dewam dikin, ne dûre ku lihevhetineke bibe, her wiha diyar kir ku dibe di dawiya meha berfanbarê de lihevhatina di derbarê wezareta karên derve de aşkere bibe.

Elereb: berî tevgera pêncşemê artêşa Libnanê welatiyan agahdar dike

Di rojeva Libnanê de rojnameya Elereb nivîsî ``beriya xwepêşandanên protestoyî ku tê payin bi tevlîbûna yekîtiya karkeran, roja pêncşemê li Beyrutê derkevin, artêşa Libnanê welatî di derbarê kiryarên li dijî ewlehiyê de agahdar kirin. Li Libnanê ji ber ku çîna siyasî ev heft mehin nikarin hikûmetê ava bikin, xwepêşandanên protestoyî rû didin. Fermandariya artêşê tekez li ser mafên xwepêşandanê kir, lê diyar kir ku ewê li dijî her hewildana xirabkirina ewlehiyê tevbigere.``

Elhayat: li Hudeydayê herdû aliyên pevçûnê cara yekemî civiyan da ku (lihevhatina Stokholm)ê têk neçe

Di mijara yemenê de rojnameya Elheyat nivîsî ``komîteyeke ji herdû aliyên pevçûnê û bi serkêşiya Netewyên Yekbûyî, duh çarşemê li Hudeyda du civîn lidar xistin, da ku bi fermî dest bi karê xwe bike. Erkê komîteyê ew ku nehêle lihevhatin têk biçe û vekişîna ji bajêr bişopîne. Ajansa Frans pres li ser zimanê berpirsekî nêzê hikûmetê got ku ``nûnerên desthilatdariyê xetên pevçûnê yên li Hudeydayê bi awayekî ewle derbas kirin û gihiştin otela Yonyonê, ku navenda komîteyê ye, li rojhilatê bajêr, tê payin ku encamên erênî derkevin.``  

Li gorî hin çavkaniyên Yemenê, herdû aliyan bi serokatiya generalê Holendî Patrîk Kmart hin hevdîtin pêk anîn, di hevdîtinan de awayên vekişînê û pêkanîna lihevhatinê ahtine nirxandin.``

Al-Hayat wiha dewam kir ``beriya civîna komîteya çavdêriyê di navbera hêzên hikûmetê û yên Hûsiyan hin pevçûn derketin, herdû alyan hevdû tewanbar kirin ku lihevhatinê binpê dike. Hûsiyan jî ji Kamêrt re gotin ku ew ji lîmana Hudeydayê dernakevin, ev helwest li dijî lihevhatina Swêdê ye ku dibêje pêwîste beriya dawiya salê ji lîmanên Hudeyda û Silêf û Rasîsa û ji tevahiya bajarê Hudeyda derkevin.

Elşerq Elewset: amadekariyên ``îna Xezebê`` li Xertûm

Di rojeva Sûdanê de rojnameya Elşerq Elewset nivîsî ``duh li Xertûmê aramî hebû, di vê navberê de hin çavkaniyan ji Elşerq Elewset re gotin ku di navbera hêzên siyasî û çalakvanên dijber de hin hevdîtin pêk tên dan ku rojên bê û bi taybet roja înê çalakyên berferfeh bêne lidar xistin. Amadekarî tê kirin ku bi nave ``îna xezbê`` roja înê çalakyên mezin derkevin. Li gor şahidan, hêzên leşkerî li kolanan nemane, lê hêzên ewlehiyê bi maşînên xwe digerin bi taybet li taxên ku tê payin xwepêşanan lê rû bidin. Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku li hin taxan danê şevê çalaiyê protesotyî rû dan. Ji xwe hêzên ewlehiyê çalakiya berî du rojan li navenda paytextê ku (hevbendiya pîşesazên Sûdan) lidar xistibûn, belav kiribû.

Elereb: di navbera Fetih û Hemas pêşbirka Meclisa Zagonsaz

Di mijara Filistînê de rojnameya Elereb got ``li dijî biryara serokê Filstînê Mehmûd Ebas, tevgera Hemas hewil dide ku Meclisa Zagonsaz bicîvîne. Ebas roja şemiyê ragihand ku wî karê Meclisê rawestandiye û xwest ku piştî 6 mehan hilbijartinên perlemanê pêk werin. Bi vî awayî cudabûn û perçebûnên li Xezaya rojava dikebin asteke nû ku kî nûnerê rewa yê Filistînê ye``.

Elhayat: di mijara Tûnisê de rojnameya Elhayat nivîsî ``ev du şevin li pey hev, çalakiyên perotestoyî li parêzgeha Elqesrên a rojavayê Tûnisê dewam dikin, çalakyên ku pitî rojnamevanekî xwe şeiwtand destpê kirin, li hin deverên din jî belav bûn. Çalakî şevên sêşem û çarşemê li hin taxên Elqesrên dewm kirin, xwepêşandêran bi keviran êrşîê hêzên ewlehiyê kirin hêzên ewleyên jî bi bombeyên gazê bersiv dan``.

Elereb: Erdogan li hember bahoza aloziya abûriyê piştxûz dibe

Di derbarê ewşa Tirkiyê de rojnameya Elereb nivîsî ``hikûmeta Tikriyê bi armanca ku berketên civakê yên li hember paşketina rewşa abûrî, kêm bike, hin kiryarên mîna (bikaranîna dermanên birîna êşan) dike. Piştî xerabûna rewşa abûrî û bilindbûna buhayan û ketina nirxê lîra Tirkî, perpirsên hikûmetên bi hin daxuyaniyan gotin ku sala bê dê reformên abûrî pêk bîne, dê mûçeyan zêde bikin û buhayê gaze kêm bikin.

Ev kiryarên hikûmetê di encama kûrbûna aloziya abûrî de pêk hatin, aloziya ku bi sedema siyastên Receb Tayib Erdogan yên ku des daniya ser hemû aliyên abûriyê, kûr bûye. Tevî rastiyên ku her roj bi hijmaran derdikevin jî, lê Erdogan her soz dide ku rewş dê di demeke nêz de baş bibe û abûriya welatê wî dê demên pêş bilind bibe``.

(k)