Siyasetmedarên Iraqê bertek nîşanî Trump dan

Serokê Amerîkayê Donald Trump  bêyî ku hevdîtinê li gel rayedarên Iraqê bike, bi awayekî nişkanve  serdana Iraqê kir û bi leşkerên Amerîkayê re hevdîtin pêkanî. Ev serdana Trûmp a ji nişkanve rastî berketên aliyên siyasî yên Iraqê hat.

Siyasetmedarên Iraqê bertek nîşanî Trump dan
27 kanûn, 2018   08:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna xwe Melania duh  serdana  leşkerên xwe yên li  bargeha hawayî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê kir. Li wir bi leşkerên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.

Serokê Amerîkayê Donald Trûmp tenê sê saetan li Iraqê ma. Di wê demê de bi ti rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk neanî.

Serokê Amerîkayê Donald Trûmp di axaftina xwe ya li baregehê de eşkere ku niyeta wan nîne ku leşkerên xwe ji Iraqê vekêşnin û got ku ger operasyonekî leşkerî li Sûriyê pêk bînin, dikarin li baregehên Iraqê pêk bînin.

Peywendiya telefonê ya Trûmp û Adil Ebdulmehdî

Koşka Spî ya Amerîka di daxuyaniyekê de sedema nebûna civîna Serokê Amerîka Donald Trûmp û berpirsên Iraqê aşkere kir.

Berdevkê  Koşka Spî diyar kir ku Trûmp di serdana xwe bo Iraqê de ligel ti berpirsekî Iraqê ne civiya, ji ber ku ew berî demeke kurt ji serdanê hatin agahdarkirin û got ku ew ji ber ewlehiyê hevdîtin pêk nehatiye.

Berdevkê  Koşka Spî eşkere kir ku Trûmp bi telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re kiriye û ew vexwend Amerîka  û Ebdilmehdî jî ew vexwandin qebûl kir.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku rêveberiya Amerîka Bexda ji serdana Trûmp ya ji bo pirozkirina hikûmeta nû ya Iraqê û serdana leşkerên Amerîka yên li Iraqê  agadarkiriye û hikûmeta Iraqê pêşwazî li vê serdana kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê de wiha tê gotin; "Pêwîst bû pêşwaziyek fermî bihata kirin. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Amerîka Trûmp hevdîtin pêk bianiya, lê ji ber nêrîna cuda yên li ser awayê hevdîtinê herduyan peywendiya telefonê pêk anîn û pêşkeftin gotubêj kirine."

Serokwezîrê Iraqê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Trûmp nîşan daye û vexwendiye paytexta Iraqê Bexdayê.

Fikarên Iraqiyan

Serdana ji nişkan a Trûmp bêyî protokolên fermî û hevdîinên bi rayedarên Iraqê re pêk hat, ev yek rastî nerazîbûnên hêzên siyasî yên Iraqê hat.

Serokê Koma Çaksazî û Binyatdan ya li Parlamentoya Iraqê Sebah Seîd daxwaz kir ku parlamentoya Iraqê bi awayekî awarte li ser mijarê bicive û got; "Piştî ku Serokê Amerîka Trûmp rêz li serweriya xaka Iraqê negirt, bila parlamemto bicive. Serdana Trûmp binpêkirî eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye. Weke Iraq wîlayetekî ji welatê Amerîkayê be. Divê parlamentoya civînekî awarte pêk bîne û tevgerên wiha rawestîne. Ev serdan ji derveyî pîvanên dîplomasî ne."

Serokê Koma Çaksazî û Binyatdan ya li Parlamentoya Iraqê Sebah Seîd daxwaz dike ku hikûmet vê serdanê red bike û bi lez  NY'ê agadar bike û bang  li Sefîrê Amerîka yê li Bexda bike.

Herwiha torên civakî de yên Iraqiyan de li hemberî serdanê gelek nerazîbûn çêbûn.