Dayik û hevjînên şehîdan: Em dagirkeriyê napejirînin

Dayik û hevjînên şehîdan ên kantona Kobanê diyar kir ku armanca Erdogan ji gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku biratiya gelan ji hev bixe û xirabiyê li herêmê belav bike. Dayik û hevjînin şehîdan anî ziman ku ew dagirkeriya Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin.

Dayik û hevjînên şehîdan: Em dagirkeriyê napejirînin
27 kanûn, 2018   08:19

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî dabû ku ew ê operasyoneke leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Li hemberî van gefan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan in û dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin. Dayik û hevjînên şehîdan ên kantona Kobanê diyar kir ku armanca Tirkiyê ji van gefan ew e ku tirsê belav bike.

Temra Dîmo dayika şehîdekî ku di parastina Bakurê Sûriyê de şehîd bûye, teqez kir ku armanca Erdogan aloziyê li herêmê derxe û biratiya gelan û neteweya demokratîk ku bi saya keda şehîdan bi pêş ketiye, ji hev bixe. Temra Dîmo wiha got: "Gefên Tirkiyê îradeya gel naşikînin, em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin."

Emîna Xelîl ku hevjîna şehîdekî ye jî anî ziman ku Erdogan û çeteyên wî di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de kiryarên nemirovî li dijî şêniyan bi taybet li dijî jinan pêk anîn û heya niha vê siyaseta guhertina demografyaya Efrînê didomînin.

Emîna Xelîl wiha got: "Em destûr nadin Erdogan ku komkujiyan li herêmên me yên ewle pêk bînin. Herêmên me bi ked û xwîna şehîdan hatine avdan, em ê wan biparêzin."

Zahîde Osman jî dayika şehîdan e û wiha dibêje: "Ev xaka gelê Sûriyê, mafê me ye em herêmên xwe bi rê ve bibin û ji xetereyan biparêzin."

Zahîde destnîşan kir ku li Efrînê siyaseteke asîmîlekirin û guhertina demografîk tê meşandin û wiha got: "Niha li Efrînê çeteyên girêdayî Erdogan dijîn, niştecihên wê yên resen ji ber kiryarên çeteyan ji warê xwe derketine."

Her wiha Zehîde diya Şehîdekî teqez kir ku ev ax, axa gelê Sûriyê ye û ji mafê wan e rêveberî û parastina wê ji xetereyan bikin û bal kişand ser Efrînê û qirkirina li wir pêk tê û wiha got: Niha li Efrînê terorîstên Ergodan dijîn, lê gelê Efrînê yê resen ji cih û warên xwe derketiye, ji ber kiryarên terorîstan.”

Emel Mustefa ku hevjînê wê di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bûbû, destnîşan kir ku Erdogan ku dixwaze herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê bike mîna Efrînê û herêmên din ên dagirkirî ku wêrankirin û dagirkirin lê rû didin. Emel li hember dagirkirina Tirkiyê banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

(dh)

ANHA