'Divê asta têkoşînê li Rojava were bilindkirin'

Ebdulkerîm Ebas Xelef bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Ebdulkerîm diyar kir ku Ocalan pêwîstiya bilindkirina asta têkoşînê li Rojava destnîşan kiriye û sedema wê jî diyar kiriye ku dê bandorekr erênî li tevahiya xaka Kurdistanê bike.

'Divê asta têkoşînê li Rojava were bilindkirin'
27 kanûn, 2018   06:57

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebas Xelef (61) ji gundê Sîha yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ye. Ebdulkerîm di sala 1982'yan de tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas dike û bi awayekî veşartî di warê rêxistinî de di destpêka avakirinê de tê dikoşe. Niha hevserokê Komîna Şehîd Murad a gundê Sîha ye û ji bo birêxistinkirina şêniyan û xizmeta wan dixebite.

Ebdulkerîm Xelef tevî 15 kesan ji şêniyên Rojava di sala 1989'an de li Akademiya Şehîd Mehsûm Korkmaz a Lubanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Ebdulkerîm diyar ku tevî ku dema rûniştinê tenê 20 deqe bû jî, lê dîsa li gorî wan pir kêrhatî bû, kesayeta wan bi hêz kir û vîna wan xurt kir.

Ebdulkerîm girêdayî mijarê wiha got: "Ocalan ji me re diyar kir ku wek gel di dirêjahiya dîrokê de em rastî zilmê hatine û me jî xwe bi xwe zilm kiriye. Ji lew re divê em ji nû ve rabin, xwe bi rêxistin bikin û bi vîna xwe bawer bin. Ji bo sekinadina li hember dijminên gelê Kurd me hêza xwe ya leşekî ava kir."

Xelef destnîşan kir ku Ocalan di axaftina xwe de tekez dikir ku çendî dijmin cil, reng û maskên xwe biguhere, dîsa dijmin dimîne û diyar kir ku Ocalan destnîşan dikir ku dijminên gelê Kurd, Kurdistan kir çar parçe.

Xelef di dirêjahiya gotinên xwe de bal kişand ku Ocalan pêwîstiya ku gelê Kurd xwe bi xwe bi rêxistin bike tekez dikir û li ser zimanê Ocalan ev tişt got: "Vîna xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin, wê demê dijminên we dê nikaribin we têk bibin."

Ebdulkerîm diyar kir ku di rûniştina wan li Akademiya Mehsûm Korkmaz, Ocalan gotiye "Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Gelê wê xwedî hişmendiyeke xurt e, dilgerm û pak in. Min ji nêz ve têkoşîn, hêz û vîna wan dîtiye."

Her wiha Ebdulkerîm bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1989'an de pêwîstiya bilindkirina asta têkoşînê li Rojava tekez kiriye, ji ber ku dê bandoreke erênî li tevahiya parçeyên din bike.

Girêdayî dijminahiya ku Erdogan li hember gelên herêmê nîşan dide, Ebdulkerîm destnîşan kir ku ji ber ku gelên herêmê tecrubeya demokratîk a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye ku berhema fikr û felsefeya Ocalan e û dê bandore li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bike, Erdogan wan bertekan nîşan dide û wiha domand: "Ji ber wê Erdogan desteka çeteyan dike, ji tevahiya cîhanê kom dike û berê wan dide Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ."

Di dawiyê de Ebdulkerîm ev tişt anî ziman: "Civaka navdewletî û rêxistinên ku qaşo parastina mafên mirovan îdia dikin, bê wijdan in. Em minetdarên Ocalan in. Dibe ku serokê me girtibin, lê fikr û felsefeya wî di hiş û giyana bi milyonan gelê Kurd û gelên demokratîk de ye."

(şx)

ANHA