‘Tu terora xwe bisekinîne, em di nava xweşiyê de ne’

Şêniyên kantona Girê Spî nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got "Gefên Erdogan ji planên bi armancên koçberkirina niştecihên herêmê ne". Şêniyan her wiha Erdogan mixatab girt û wiha got: "Tu terora xwe bisekinîne, em di nava xweşiyê de ne.”

‘Tu terora xwe bisekinîne, em di nava xweşiyê de ne’
27 kanûn, 2018   07:15

MIHEMED EL-EHMED – ÎBRAHÎM EL- EHMED /GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî têkildarî daxuyaniyên dawîn ên Erdogan ku dibêje "Ereb û Kurd dê rizgar bibin" diyar kir ku pêwîstiya wan bi rizgarkirinê nîn e, ji ber ku di nava aramiyê de dijîn û anî ziman ku aramiya li herêmên wan mîna wê li deverên din ên Sûriyeyê tune ye.

Welatiyê bi navê Xelîl Ebdulkerîm ê ji pêkhateyê Tirkmen, Erdogan muxatab girt û wiha got: "Yê ku temsîla terorê dike tu yî, tu yî yê ku teror derbasî herêmên me kir û niha tu îdia dike ku tu yî me rizgar bikî, lê ji kê me rizgar bikî, ji gelên herêmê tu yî me rizgar bikî!"

Xelîl Ebdulkerîm her wiha anî ziman ku pêkhateyên herêmê ji zû ve bi hev re dijîn û dê rê nedin ku kes destwerdanê di karûbarên herêmê de bike. Xelîl destnîşan kir ku ew bi aramî û aştî dijîn û pêwîstiya wan bi kesekî tune ye ku wan rizgar bike. Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bi aramî û ewlehî dijîn, ewlehiya li herêmên me mîna wê li deverên din ên Sûriyê pêk nehatiye."

Girêdayî mijarê Hisên El-Şihadê ji pêkhateya Ereb wiha axivî: “Ne ji mafê Erdogan e ku li ser terorê biaxive, ji ber ku ew piştgiriya terorê li Sûriyê dike û pêkhateyên herêmê hevgirtî ne û Erdogan nikare wan ji hev bike.”

El-Şihadê îşaret bi Erdogan kir û wiha axivî: "Terora xwe li ser me bisekinîne, em di nava xêrê de ne."

El-Şihadê nerazîbûn nîşanî destwerdanên derve û bi taybet destwerdanên Tirkiyê da û wiha pê de çû: "Em ji bîr nekin ku Tirkiyê terorîst anîn herêmê û kiryarên xirab bi gelê Sûriyê kirin.”

Şihadê di berdewama axaftina xwe de kantona Efrînê mînaka hovîtiya Tirkiyê da û wiha got: "Dema êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin, çi anîn serê gelê Efrînê? Ew koçber kirin, mal û milkên wan dizîn, kuştin, komkujî pêk anîn û heta darên zeytûnan ji hovîtiya Erdogan nefilitîn.”

Mistefa Mihemed ji pêkhateya Kurd girêdayî mijarê axivî û got:"QSD‘ê ji ciwanên vî gelî ye, dema Erdogan wan wek terorîst nîşan dide ango gel terorîst nîşan dide.”

Her wiha Mihemed li ser bûyerên li Efrînê ev tişt anî ziman: "Wekî ku îdia kir ku dê Efrînê ji terorê xelas bike, lê me dît berovajî wê ye û niha tiştê li Efrînê dibe wekî kuştina zarokan û kalan, dizîna milkên sivîlan ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê û terorîstên wê ve niyeta rast a Tirkiyê eşkere dike."

Di dawiyê de Mihemed wiha got: "Ewlehiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ewlehiya herî rast  e, ji ber vê yekê pêwîstiya me  bi gefan tune ye û koçkirina ji malên xwe naxwazin.”

ANHA