Di sala 2018`an de li Sûriyê geşedanên siyasî

Ji destpêka sala 2018`an Sûriyê dest bi pêvajoyeke nû ku têde şer û lihevkirin hebûn kir. Li gorî van lihevkirinan hêzên rejîma Sûriyê piraniya herêmên ku di bin dagirkeriya çekdaran de xist bin serweriya xwe. Ji wan lihevirinan yek jî lihevkirina (Efrîn li beramberî El-Xûta El Şerqiyê) bû. Dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir û Tirkiyê jî çeteyên xwe û komên çekdar ji Xûtayê vekişandin.

Di sala 2018`an de li Sûriyê geşedanên siyasî
27 kanûn, 2018   05:20

LEZGÎN ÎBRAHÎM / NAVENDA NÛÇEYAN

Civînên Astana û Soçiyê û bazara ‘beramberî Efrînê Xûta’

Rojên 21-22`yê Çileyê 8`mîn civîna Astanayê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hate lidarxistin. Her wiha şandeya opozîsyonê û ya rejîmê û nûnerên Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Urdinê jî beşdar bûn. Di encamnameya civînê de hate gotin ku divê mijara çareseriya li Sûriyê dewrî kongreya Soçiyê bê kirin ku Rûsya piştgiriya wê dike.

Civîna Soçiyê di 30`ê Çileyê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê hate lidarxistin. Vê carê opozîsyon, Amerîka, Fransa û Brîtanya beşdar nebûn. Girîngtirîn encamên civînê lihevhatina der barê herêmên bêşer de bû. Vê herêmê dê Idlib û hin deverên Heleb, Humis û Laziqiyê bigirtana nav xwe. Her wiha biryar hate dayîn ku hewl bê dayîn komîteya sazkirina destûrê (makezagon) bê ava kirin. Lê bazara sereke û bi dizî bazara Efrînê beramberî Xûtayê bû. Ev bazar li ser lihevkirina Rûsya û Tirkiyê pêk hat, di encama wê lihevkirinê de roja 20’ê Kanûnê Tirkiyê êrîşî Efrînê kir.

Lûtkeya Enqereyê

Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê 4`ê Nîsanê li paytexta Tirkiyê Enqereyê civînek li dar xist, armancên civînê ew bûn ku nakokiyê der barê lihevhatinên ku çêbûne de gotûbêj bikin. Lê hemû hevdîtinan nekarîn şer rawestînin, ji ber ku aliyan xalên lihevhatinê binpê dikirin.

Ji vê civînê hin tiştên eşkere derketin; li gorî encanameya civînê, yek ji wan ku her sê alî di mijara çareseriya pirsgirêka Sûriyê de hevkar bin, hewl bidin ku agirbesteke mayînde li Sûriyê pêk were û ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku alîkariyên mirovî zêde bike, her wiha biryar hate dayîn ku civîna din li paytexta Îranê Tehranê bê lidarxistin.

Lûtkeya Tehranê

Di 7`ê Îlonê de dest pê kir, serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê beşdar bûn û mijara pêşeroja Idlibê ku baregeha dawîn a opozîsyonê ye, hate gotûbêjkirin. Di civînê de Enqereyê xwest êrîşa leşkerî li dijî Idlibê pêk neyê, lê Moskov û Tehranê doza destpêkirina şerê Idlibê kir. Di encamnameyê de jî hate gotin ku divê opozîsyon û teror ji hev bêne cudakirin da ku di şer de ziyan negihîje sivîlan, bi vî awayî civîn bêyî ku bigihîje tu encaman, bi dawî bû.

Hevdîtina Pûtîn û Erdogan li Soçiyê

Piştî ku civîna Tehranê di mijara rewşa Idlibê de bê encam bi dawî bû, civîneke dualî di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de roja 17`ê Îlonê li bajarê Soçiyê hate lidarxistin, armanca civînê ew bû ku der barê mijara Idlibê de bigihîjin çareyeke dawî, di encamê de biryar hate dayîn ku li Idlibê herêma bêçek were ragihandin û plana leşkerî bê betalkirin.

Astana 9... Şandeya Amerîkayê cara yekemîn beşdar nebû

Di rojên 14-15`ê Gulana sala 2018`an de Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê ragihand ku tûra 9`mîn a civînên Astanayê yên der barê Sûriyê de, dê li welatê wan bê lidarxistin. Di civînê de dê Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê beşdar bibin, şandeya Amerîkayê jî beşdarî civînê nebû.

Nebeşdarbûna Amerîkayê di demekê de hat ku aloziya di navbera Amerîka û Îranê de kûr bûbû. Piştî hilweşîna peymana çekên nukleer, çavdêrên siyasî wê çaxê diyar kir ku nebûna Amerîkayê cara yekemîn di hevdîtinên Astanayê de, tê wateya ku Amerîka dê tu hevpeymanên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser axa Sûriyê de nepejirîne û dibe ku Washington di her demekê de biryarên van civînan asteng bike.

Tora hevdîtinan bê encam bi dawî bû, beşdaran tenê tekez kir ku ew ê xebatên girêdayî herêmên bêşer dewam bikin û wan herêman biparêzin û agirbestê dewam bikin, her wiha tekezî li ser yekbûna axa Sûriyê û gihîştina alîkariyên mirovî kir.

Astana 10

Di 30`ê Tîrmehê de li bajarê Soçîyê 10`emîn civîna Astanayê dest pê kir û 2 rojan dewam kir. Di civînê de nûnerên welatên garantor (mîsogerkar), rejîm û opozîsyonê beşdar bûn. Civîn bêyî ku der barê pêşeroja Idlibê û dosyaya girtiyan de tu encamekê bigire bi dawî bû. Jixwe ev her du dosyayên sereke yên civînê bûn, li şûna wê aliyên qaşo garantor berjewendiyên xwe gotûbêj kirin. Rûsyayê ji bo pêvajoya veguhaztina siyasî li Sûriyê derbas bike, hewl da lezê bide xebatên sazkirina destûrê. Tirkiye û Îranê jî mijara şerê li dijî Kurdan gotûbêj kir, Rûsyayê derfet da Tirkiyê ku li herêmên di bin dagirkeriya wê de bimîne da ku Cebhet El-Nusra tune bike.

Bazara başûrê Sûriyê

Di sala 2018`an de, piştî heft salên şer, hêzên herêmî û nevdewletî yên ku berjewndiyên wan cuda ne, li hev kir ku piştgiriya rejîmê bikin bi taybet ji bo herêmên başûrê welêt bikeve bin desthilatdariya rejîmê.

Ev bazar di hevdîtinên di navbera Rûsya û Îsraîlê de li aliyekî û Amerîka û Urdun li aliyê din de pêk hat. Li ser vê bazarê lihevhatina der barê herêmên bêşer ên li başûr û rojavayê Sûriyê de bi dawî bû û careke din parêzgehên Dera û Qunêtra yên nêzî sînorên Îsraîl û Urdunê ketin destê rejîmê, buhayê vê jî ew bû ku hêzên Îranê 30 heta 60 km dûrî sînorên Îsraîlê bibin. Çekdarên opozîsyonê û malbatên wan jî ji bo herêmên bakur û rojavayê Sûriyê hatin veguhastin û berê wan dan herêmên Idlib û Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne.

Her wiha bajarokên Foa û Kefreya yên li parêzgeha Idlibê ku alîgirên rejîmê ne, hatin valakirin piştî ku 3 salan di bin dorpêça hêzên îslamîst de bûn.

Êrîşa kîmyawî li Dûmayê û êrîşa sêalî ya li dijî rejîmê

Di 7`ê Nîsana 2018`an de çeteyên Ceyş El-Îslam ên ku bajarê Dûmayê di bin desthilatdariya wan de bû, bi rêya berpirsê siyasî yê komê ragihand ku hêzên rejîmê çekên kîmyawî li dijî sivîlên li Xûtaya Rojhilat bi kar anîne û di encamê de 100 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar bûne.

Li ser vê yekê dewletên mîna Amerîka, Fransa, Kuweyt, Hollanda, Siwêd û Brîtanyayê, doza civîneke lezgîn kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî xwest bersiveke navdewletî li dijî rejîma Sûriyê bê dayîn.

Di 14`ê Nîsanê de, Amerîka, Brîtanya û Fransayê nêzî 100 êrîşên asmanî li dijî baregeh û dezgehên leşkerî yên rejîmê pêk anîn.

Hevpeymana avakirina herêma bêçek li Idlibê

Piştî ku hemû rêveçûnên Astana û Soçiyê ji bo mijara Idlibê bê encam bûn, serokên Rûsya û Tirkiyê di 17`ê Îlonê de civîneke dualî li Soçiyê li dar xistin. Di civînê de Pûtîn diyar kir ku wan biryar daye ku li Idlibê bi kûrahiya 15 heta 20 km di xeta di navbera komên çete û hêzên rejîmê de, “herêma bêçek” ava bikin û divê ev plan heta 15`ê Cotmehê bi dawî bibe.

Li gorî peymanê pêwîst bû Tirkiye heta 10`ê Cotmehê hemû hêzên tundraw ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) jî di nav de ye, ji Idlibê derxe û çekên giran mîna tank, moşek û topan ji destê wan derxe, her wiha dê yekîneyên polîsên Rûsî û Tirk herêmê kontrol bikin û ev yek jî pêşniyara Erdogan bû. Lê ev hevpeyman pêk nehat û li ser erdê tu pêşketin çênebûn, ji ber ku Tirkiyê nekarî El-Nusrayê ji herêmê derxe.

Astana 11

Di 28`ê Mijdara 2018`an de tora 11`mîn a Astanayê dest pê kir. Wekî hemû caran vê carê jî civîn bêyî ku der barê avakirina komîteya makezagonê de bigihîje encamekê bi dawî bû. Nûnerê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura ev civîn wek “derfeta winda” bi nav kir.

Lûtkeya Stenbolê ya çaralî

Di 27`ê mijdara 2018`an de li Stenbolê civîneke çaralî der barê Sûriyê de hate lidarxistin. Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, yê Fransayê Emmanuel Macron û şansolyeya Almanyayê Angela Merkel beşdarî civînê bûn. Di civînê de hate xwestin ku xebatên komîteya makezagonê li Cinêvê dest pê bikin, her wiha piştgiriya lihevhatina Rûsya-Tirkiyê ya der barê Idlibê de kirin.

Vê cîvînê hêz da Erdogan ku êrîşî herêmên bakurê Sûriyê bike, bi taybet piştî ku Lavrov ev herêm wek “cudaxwaz” bi nav kirin. Jixwe piştî vê civînê êrîşên Tirkiyê li dijî herêmên sînor ên bakurê Sûriyê bi taybet li Kobanê, Girêspî, Minbic û Serêkaniyê dest pê kirin. Di encama van êrîşan de şervanekî Erka Xweparastinê û zaroka 6 alî ya bi navê Sara Mistefa bi guleyên artêşa Tirk şehîd bûn. Her wiha du nûçegihanên ANHA`yê jî di encama van êrîşan de birîndar bûn û gelek ziyanên madî li gundên sînor çêbûn.

Lihevhatina Amerîka û Tirkiyê der barê Minbicê de

Li ser pevçûn û nakokiyên li Sûriyê, têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê hinekî aloz bûn. Tirkiye li dijî wê ye ku hêzên hevpeymanê di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ`ê de piştgiriya hêzên QSD`ê û YPG`ê bikin. Li ser vê yekê Tirkiyê her tim gefên êrîşa li dijî bajarê Minbicê didan. Piştî van arîşeyan di navbera Tirkiyê û Amerîkayê der barê Minbicê de lihevhatinek çêbû û nexşerêyek hate eşkerekirin. Di nexşerêyê de dê her du alî ji bo “aramî û ewlehiya Minbicê” bi awayekî hevbeş tev bigeriyana.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê di 25`ê Gulanê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku “koma xebatê ya hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê li Enqerayê civiya, di civînê de xalên destpêkê yên nexşerêya hevkariya der barê aramî û ewlehiya Minbicê hatine erêkirin.”

Li ser vê lihevhatinê yekemîn dewriyeya leşkerî ya hevbeş di navbera Amerîka û Tirkiyê de roja 1`ê Mijdara 2018`an dest pê kir. Dewriye li bakurê bajarê Minbicê, li herêmên di navbera xalên leşkerî yên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û yên çeteyên Mertalê Firatê de hatin pêkanîn.

ANHA