Li Hesekê ji ber qezayê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn

Li Bakurê bajarê Hesekê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.

Li Hesekê ji ber qezayê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn
Li Hesekê ji ber qezayê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn
Li Hesekê ji ber qezayê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn
26 kanûn, 2018   19:10

HESEKÊ

Li bakurê bajarê Hesekê, nêzî gundê Til Erbîd li ser rêya navdewletî "Diwelî" komyon û otobusek li hev qelibîn. Ji ber qezayê 3 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.

Ekîpa Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariyê berê xwe da cihê bûyerê.

Li gorî Heyva Sor Tariq Ilêwî, Ela Hemze û Masûm Silêman Mihemed jiyana xwe ji dest dane. Ilyas Îbrahîm, Riyad Ehmed Selîm, Casim Mûsa Taha û Mihemed Ehmed Silêman birîndar bûn. Tê gotin rewşa Mihemed Ehmed Silêman giran e.

ANHA