Leyla Guven nehat berdan

Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê, hemû daxwazên berdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, red kir. Rûniştina dozê ji 25'ê Çileya 2019'an re taloq kir.

Leyla Guven nehat berdan
26 kanûn, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, nehate berdan.

Rûniştina doza  Leyla li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Dozgeriyê xwest, Leyla girtî bimîne

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ji destpêka dozê ve pîvana darizandina adîl hatiye binpêkirin û bi bîr xist ku ne tenê Leyla her wiha Îdrîs Balûken û siyasetmedarên din jî tên darizandin.

Reyhan diyar kir, dosya hiqûqî nîne, siyasî ye û got:"Dadgeh bi wê erkê radibin ku siyaseta Kurd bi rê û rêbazên cuda ji holê rake.

Runiştin hate taloqkirin

Heyeta dadgehê bi îdîaya "gumana xurt a sûc" biryar da ku Leyla girtî bimîne. Rûniştina dozê ji 25'ê Çileya 2019'an re taloq kir.