Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehat qebûlkirin

Serlêdana cara 775'an a parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê kiribûn, nehat qebûlkirin.

Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re nehat qebûlkirin
26 kanûn, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Serbay Koklu û Raziye Tûrgût ku cara 775’an ji bo hevdîtina bi miwekîlê re re serlêdan kiribûn, dîsa nehat qebûlkirin. Ev cara 775’an e ku xwesteka hevdîtina parêzeran bi hincetên cuda ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve tê red kirin.