Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in

Şêniyên gundên Kobanê yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku parastina axa xwe bikin û ji gefên dewleta Tirk natirsin û ew bi hêz û şervanan xwe bawer in.

Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in
Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in
Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in
Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in
Şêniyên Kobanê:Em bi şervanên xwe bawer in
26 kanûn, 2018   08:57

HÊVÎDAR HERANÎ-DICLE EHMED / KOBANÊ

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojlihlatê Sûriyê, israra gelê herêmê di parastina axa xwe de mezntir dibe û tu carî qebûl nakin ku kes axa wan dagir bike, ew bi hêza xwe ya cewherî û bi şervanên xwe bawer in. Di vê çarçoveyê de, şêniyên gundê Zorava yê rojavayî bajarê Kobanê ku li ser sînor e ji ajansa me re axivin.  

Şêx Mihemed Xelîl da zanîn ku tevî malên wan li ber sînor in tucarî ji gefên dewleta Tirk natirsin û got ew xwedî vê axê ne û bi hêza lehengên YPG û YPJ`ê bawer in û  ew ê destkeftiyên xwe diparêzin.

Xelîl destnîşan kir ku hêviyên wan ji hêzên derve tune ye, ew ê bi hêza xwe û bi saya şervanên xwe, xwe biparêzin.

Xelîl teqez kir ku gelê wan hertim li peyî doz û mafê xwe ne, ew ji gefên Erdogan û vekişîna hêzên Amerîka bandor nabin.

Ji aliyê xwe ve dayîka bi navê Emîra Berkel got:” Em wekî jin cihê xwe di nava hêzên civakî de digrin û her şev  derdikevin nobetê da ku parastina gundê xwe bikin.”

Emîra di berdewamkirina axafina xwe de got:"Em gavekê bi paş de navêjin, em ê li hemeber her êrîşa ku were ser axa liberxwe bidin".

Gundê Zorava 6 km li rojavayê bajarê Kobanê ye.

ANHA