Runiştina doza Leyla Guven dest pê kir

Runiştina 4’emîn a doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 49 rojin di greva birçîbûnê deye, dibin tedbîrên ewlekariya zêde de dest pê kir.

Runiştina doza Leyla Guven dest pê kir
26 kanûn, 2018   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Runiştina 4’emîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê yên li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin, ji 25 salan heta 46 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê tê darizandin, dibin tedbîrên ewlekariya zêde dest pê kir. Runiştina Leyla  li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê tê dîtin. Ji ber salona danişînê teng bûn, dirizandin li salona taybet a ji bo 152 siyasetmedarên Kurd ên ji Doza KCK’ê dihatin darizandin hatibû çêkirin hat dîtin.

Leyla beşdarî runiştinê nebû

Leyla ya ku 49 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E Amedê di greva birçîbûnê deye, beşdarî runiştinê nebû. Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farîsogûlları, Dîlan Dirayet Taşdemir,  Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Faruk Gergerlioglu, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Aktîvîstên TJA’, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovanm (ÎHD) ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ê Onur Hamzaoglu û zarokên Leyla beşdarî civînê bûn.

Serokê dadgehê hat guhertin

Hat diyar kirin ku serokê dadgehê hatiye guhertin. Runiştê dest pê kir û parêzerên Leylan dest bi parastinê kirin.