Rûspiyê Êla – El Cihêş: Divê cîhan li dijî gefên Tirkiyê raweste

Rûspiyê êla El- Cihêş, Ebdullah Kendar diyar kir ku zarokên wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê tevlî hêzên QSD’ê bûne û got: “Zarokên me ên li dijî DAIŞ a ku gef li tevahî cîhanê dixwar, divê niha jî civaka navdewletî li dijî gefên Tirkiyê rawestin.”

Rûspiyê Êla – El Cihêş: Divê cîhan li dijî gefên Tirkiyê raweste
26 kanûn, 2018   08:05

HESEKÊ

Di hevdîtina ku ajansa me bi rûspiyê êla El- Cihêş Ebullah Kendar  re pêk aniye de got: “Ji destpêka Şoreşê ve Tirkiyê terrorist ji cîhanê kom kirin û ji bo wêrankirina welat şandin Sûriyê.”

‘Zarokên me di nava QSD’ê de welatê me rizgar kirin’

Kendar destnîşan kir ku Erdogan piştgiriya terorîstan kir û sînorên xwe jêre vekir, ji bo belavkirina teror, wêrankirina li ser erdnîgariya Sûriyê alîkarî da terorîstan.Ebdellah Kendar teqez kir ku piştî damezrandina QSD’ê zarokên wan tevlî QSD’ê bûn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe li terorîstan xistin û herêmên xwe rizgar kirin.

Kendar destnîşan kir ku gefên dagirkirina Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tolhildana çeteyên DAIŞ’ê ye û wiha pêde çû: “QSD’ê heta niha tu gef li Tirkiyê nexwariye. Heta niha sinorê Tirkiyê derbaz nekiriye. Tirkiye hinceta peyda dike ji bo dagirkeriya xwe rewa bike.”

Girêdayî idîayên ku hinek êlên Ereban ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya Tirkiyê dikin, Kendar wiha got: “Ev kesane nûnertiya gelê Sûriyê nakin û ne mafê wane biryaran  li ser navê gelê Sûriyê bidin. Ên ji axa xwe revîne nave ji bo wê biaxivin.”

Ebdullah Kendar bang li Civaka navdewletî kir û wiha gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Me zarokên xwe ji bo paratina cîhanê di tunekirina terora DAIŞ’ê de dan û divê cîhan jî li hemberî gefên Tirkiyê bisekine.”

ANHA