'Ji bo pêşxistina rola jinan di hemû waran de em ê bixebitin'

Jinên ku tev li dewreya Akademiya Jinên Sûriyê bûne, destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina şarezayên xwe yên fikrî, perwerdekirina jinan û vegerandina mafên xwe ye ku DAIŞ'ê ew jê bêpar hiştine.

'Ji bo pêşxistina rola jinan di hemû waran de em ê bixebitin'
26 kanûn, 2018   08:08

RUBA EL-ELÎ / REQA

Akademiya Jinên Sûriyê ya bajarê Reqayê bi armanca perwerdekirina jinan piştî 4 salên tarîtiyê yên çeteyên DAIŞ'ê dewreya perwerdeyê vedike. Heta niha akademiyê 8 dewre bi dawî kirine.

Girêdayî mijarê jinên ku tev li dewreyê bûne, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku mafên jinan li ser bingeha neteweya demokratîk bêtir nas bikin.

Jina bi navê Hind El-Mistefa ji bajarê Reqayê ye û têkildarî mijarê wiha got: "Ji bo ku ez bêtir mafên jinan û bi taybet li ser rêgeza neteweya demokratîk û pêkanîna wekheviyê di civakê de nas bikim, ez tev li dewreyê bûm."

Hind destnîşan kir ku jin beyî alîkariya kesekî dikare civakê bi rê ve bibe, lê çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kirin û jin ji mafên xwe bê par hiştin û azadiya wan desteser kir. Hind wiha pê de çû: "Ji bo pêkanîna azadiya tevahiya jinên Sûriyê em ê bi hev re bixebitin."

Ji aliyê xwe ve Mardîn Elêwî ya ji Dêrazorê destnîşan kir ku di dewreyê de wê mafên jinan di civakê de û rola wê di avakirina civakeke demokratîk û azad de bêtir nas kiriye û ev tişt anî ziman: "Li gorî waneyên me di dewreyê de dîtine, ji bo azadiya jinan û bicihanîna mafên wê di hemû warên jiyanê de ez ê bixebitim."

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Itîmad El-Ehmed a ji gundewarên Dêrazorê destnîşan kir ku dijmin di hemû waran de gel dike hedef, ji lew re divê jin xwe bi rêxistin bikin û di mafên xwe bigihîjin. Itîmad diyar kir ku ji ber wê sedemê tev li dewreyê bûye.

Di dawiyê de Itîmad ev tişt got: "Çeteyên DAIŞ'ê ji mafên me em bêpar hiştin. Lê niha û piştî ku me azadiya xwe bi dest xist, em ê xwe pêş bixin û tevahiya jinan bi rêxistin bikin. Ji ber wê divê tevahiya jinên herêmê tev li dewreyan bibin."

(şx)

ANHA