ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.12.2018
26 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê du şehîdên QSD`ê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin. Şêniyên navçeya Til Hemîs jî şehîdê QSD`ê Mûsa Salih El-Casim oxir dikin, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê û Til Koçer sersaxî ji malbata şehîdê YPG`ê Îmad El-Mensûr re dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi siponseriya Meclisa Sûriyê Demokratîk û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, bi dirûşmeya”Dest bi dest terorê têk bibin û dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê bidawî bikin”civînekê ji şêxên eşîrên Firatê re li Reqayê lidar dixe. Saet 10:00(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya şêniyên Kobanê ya mertalên zindî û çalakiyên şêniyên herêma Serêkaniyê  yên li ser sînor dewam dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku li navçeya Şedadê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya çalakiya Leylva Guven hate destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê geşedanên dawî yên li herêmê, daxuyaniyekê dide. Saet 10:00(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Amûdê, li dijî gefên Erdogan meşekê lidar dixin. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên gelê herêmê dike hedef û got:" Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên gundên Kobanê yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku parastina axa xwe bikin û ji gefên dewleta Tirk natirsin û ew bi hêz û şervanan xwe bawer in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê êla El- Cihêş da zanîn ku ku zarokên wan tevlî QSD`ê bûn û li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên ku xeterî li ser hemû cîhanê çêdikir, şer kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

PANORAMA

- Di sala 2018`an de, gelek bûyeran ku bandora xwe li ser asta cîhanê hene, rû dan. Ji wan lûtkeya awarte ya  di navbera serokê Amerîka û serokê Koreya Bakur de, lihevkirina aliyên şer ên Yemenê, her wiha ji ber polîtîkayên AKP`ê aboriya Tirkiyê derbeyeke mezin xwar.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Azadî çi ye? Kî dixwaze azad bike? Kî dixwaze bindest bike? Ev pirs wan rojan di serê hemû Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û Çerkezan re derbas dibin. Ne tenê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê difikirin. Gelên herêmê dema gotinên Erdogan guhdar dikin; kuştin, talan, îşkence, zindanîkirin, koçberkirin, bişaftin, qirkirina gelan û hwd. tên bîra wan.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Recayî Fayid: Berxwedana Kurdan dê bibe bersiv li hember gefên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û divê kurd raya giştî hişyar bikin da ku zextê li ser Tirkiyeyê zêde bikin û nehêlin  êrîş bike.(BI WÊNE)

JIN

- Jinên ku tev li dewreya Akademiya Jina Sûriyê bûne destnîşan kirin ku armanca wan pêşxistina şarezayên xwe yên fikrî, perwerdekirina jinan û vegerandina mafên xwe yên ku DAIŞ'ê ji wan bêpar hiştine ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Gurupên taybet ên ji bo rakirina mayînan a  girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê, 24 saetan bê nav kar dike da ku herêmê ji mayînan paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Hêzên Parastina Civakî destnîşan kirin ku wan li ser erdê hêzeke mezin ava kirine û dikare civakê biparêze. Her wiha diyar kirin ku eger herêm rastî êrîşan were wê demê ji mafê wan e civaka xwe biparêzin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA