Xwendekarên herêma Cizîrê li dijî gefên Erdogan meşiyan

Bi sedan Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker meşeke bi meşeleyan lidar xistin.

Xwendekarên herêma Cizîrê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Xwendekarên herêma Cizîrê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Xwendekarên herêma Cizîrê li dijî gefên Erdogan meşiyan
24 kanûn, 2018   16:07

QAMIŞLO

Meş saet 16:30`an ji çerxereya Şerqî ya taxa Qudirbeg a Qamişlo destpê kir. Xwendekaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Xwendakarên Demokratîk û meşele rakiribûn.

Di meşê de xwendaran siloganên “Bimre dagirkerî”,“Bijî berxwedana Rojava” “Ji dagirkeriyê re êdî bes e” “Bîjî berxwedana Efrînê” beriz kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo jî ji bo piştgriya meşa xwendekaran ji malên xwe derketin, bi tilîliyan û bi silogana “Bijî ciwanên Rojava” beriz kirin.

Meşli çarxereya Sonî veguharî mitingê.

Parastina şoreşê ji erkên ciwanan e

Di mitingê de, li ser navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Sadiq Qamişlo axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got:“Dewleta Tirk hebûna xwe di  tinebûna gelan de dibîne. Li dijî gef û êrîşên delweta Tirk heya dawî em ê li berxwe bidin û axa xwe biparêzin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe li dijî gef û dagirkeriyan wê berxwe bidin. Parastina şoreşê jî ji erkên me ye. Tu dewlet nikarin şoreşa me hilweşenin.”

Miting bi berizkirina dirûşmeyan bidawî bû.  

(mk-se)

ANHA