Gireva birçîbûnê bi meşekê bidawî bû

Çalakiya gireva birçîbûnê ya Hesekê bi meşekê bidawî bû. Şêniyan banga civaka navdewletî kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin.

Gireva birçîbûnê bi meşekê bidawî bû
Gireva birçîbûnê bi meşekê bidawî bû
Gireva birçîbûnê bi meşekê bidawî bû
Gireva birçîbûnê bi meşekê bidawî bû
24 kanûn, 2018   16:42

HESEKÊ

Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku ji aliyê Kongreya Star û PYD`ê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, li bajarê Hesekê dabû destpêkirin bi meşeke girseyî bidawî bû.

Di roja duyem a gireva birçîbûnê bi sedan şêniyên Hesekê tevlî çalakiyê bûn. Ji pêşiya konê gel dest bi meşê kirin. Gel di meşê de, pankartên "Em ê  tecrîdê bişkînin û faşîzmê tune bikin” rakiribûn û siloganên" Bê serok jiyan nabe û bi can bi xwîn em bi te re ne serok " beriz dikirin.

Meş  li  Qada Xito veguhrî mitingê. Endamê PYD`ê Hesen Sîno daxuyaniyek bi navê çalakvanên girevê xwend û got:”Gireva birçîbûnê pêngaveke li dijî siyaseta şofînist a AKP`ê di derheqê Rêber Ocalan de ye.”

Sîno di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên mafên mirovan, NY û Yekitiya Ewropayê kir ku bi erkên xwe rabin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku Rêber Ocalan were berdan.

(ekîb)

ANHA