Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîneke awarte lidar xist

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina pêşdeçûnên dawî civînek awarte li dar xist. Di civînê de ji bo dema bê plansaziyek hate dayîn.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîneke awarte lidar xist
24 kanûn, 2018   15:49

GIRÊ SPÎ

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li dar ket. Di civînê de hevserokatiya giştî, cîgir û endamên meclisê amade bûn.

Beşdaran encamên biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê û gefên Tirkiyê li dijî herêmê gotûbêj kirin.

Beşdarên civînê teqez kirin ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dema ku li Serêkaniyê û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer ragihandin, ew pişta xwe nadin tu aliyekî.

Her wiha beşdarên civînê ji bo parastina herêmê, gelek pêşniyar kirin jê berxwedana gelêrî ya gelên herêmê. Bi rêya wê dê hêzeke xweser ava bikin û li hember hemû pilanên çavbirçîbûnê dewletên dijber ku hewl didin li Sûriyê pêk bînin bisekinin.

Her wiha di civînê de, hate gotin ku gotûbêj bi aliyan re tê kirin, lê ev ne tê wateya tewazan di azadî û jiyana bi rûmet de bidin.

Endamên meclisê di nîqaşan de destnîşan kirin ku hindek noqteyên sereke wekî yekitiya axa Sûriyê hene çidibe bila bibe ew dev jê bernadin. Her wiha diyar kirin ku çareserî bi danûstandina Sûrî-Sûrî pêkane.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser pêwîstiya rêkirina nameyên şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê ji dewletên Ereb, cîhanê, hemû partiyên siyasî yên derve û hundir lihev kirin. 

Cîgirên hevserokatiya û endamên meclisê gotin ku ku divê ji gel re rewşa heyî li ser astên hundir û derve were şîrovekirin.

(şx)

ANHA