Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome

Çalakiya Girê Spî ya ku bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk dagirker li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 9`an de bi çalakiyên hunerî didome.

Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome
Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome
Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome
Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome
Çalakiya Girê Spî di roja 9`an de didome
24 kanûn, 2018   13:43

GIRÊ SPÎ

Ji destpêka ku serokkomarê dewleta Tirka dagirker Receb Tayyîb Erdogan gefa dagirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî gefên Tirkiyê dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin û teqez kirin ku ew ê heta dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin.

Çalakiya Girê Spî ya bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk dagirker di roja 9`an didome.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî tevlî çalakiya ku li taxa El-Munbetih a rojavayê bajarê Girê Spî tê lidarxistin, bûn. Navenda Çand û Huner a bajarokê El-Cirin û zarokên dibistana Bexdîk a girêdayî bajarokê El-Cirin bi şano, helbest û dîlanên filkorî tevlî çalakiyê bûn.

Şano li ser zaroka bi navê Sara ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker di 1`ê Mijdara derbas bûyî de şehîd bibû, hate pêşkêşkirin.

Paşê zarokên dibistana Bexdîk helbest û dîlanên filklorî pêşkêş kirin. Her wiha Endama Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa Xewla Abdullcebar axivî û destnîşan kir ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê konê çalakiyê di roja 9`an didome û dema bidawîbûna çalakiyê hê nehatiya diyarkirin.

(bx)

ANHA