‘Gefên Tirkiyê israra me ya di berxwedanê de zêde dike‘

Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sinorê Tirkiye- Sûriyê hatî destpêkirin di roja 6’an de berdewam dike. Şendeyên ku tevlî çalakiyê bûn, teqezkirin ku wan çawa çeteyên DAIŞ’ê tine kirin, dê wisan jî dagirkeriya Tirkiyê rawestîn in.

‘Gefên Tirkiyê israra me ya di berxwedanê de zêde dike‘
‘Gefên Tirkiyê israra me ya di berxwedanê de zêde dike‘
‘Gefên Tirkiyê israra me ya di berxwedanê de zêde dike‘
‘Gefên Tirkiyê israra me ya di berxwedanê de zêde dike‘
24 kanûn, 2018   13:14

HESEKÊ

Çalakiyên li dijî gefên dewleta Tirk li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî çalakiya mertalên zindî ku li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê hatiye destpêkirin bûn. Çalakî di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Partiyên siyasî, şandeyên MSD’ê, Kongreya Star û rusipiyên eşîretên ereban tevlî çalakiyan bûn.

Di çalakiyê de cîgirê Serokatiya MSD`ê Gabrayel Şamûn axivî û berxwedaniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê pîrozkir. Şamûn destnîşan kir ku gelê herêmê azadiya xwe bidest xistine û tu kes nikare mafê wan bixwe ,ji ber ku di oxira wê de zarokên herêmê canê xwe feda kirine.

Şamûn gefên dewleta Tirk ên li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û got:"Dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên herêmê binpê bike. Hemû gelê herêmê û hemû pêkhateyên wê destwerdana dewleta Tirk a dagirker red dikin."

Di dawiyê de Şamûn bang li hemû cîhanê kir ku destekê bidin QSD`ê û li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Her wiha bi navê êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed El-Xidir axivî û got ku ew piştgiriyê didin şêniyên Serêkaniyê, ji ber dijminê wan yeke û dewleta Tirk a dagirker 400 salan ew xistibûn di bin dagirkeriya xwe de û ji ber wê careke din dagirkeriya wan qebûl nakin.

Ehmd Xidir destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û destnîşan kir ku ên çeteyên DAIŞ`ê tune kirin dê dagirkeriya Tirkiyê jî rawestîn in.

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Hediya Şemo teqez kir ku tu kes nikare lihevkirinan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbike û wiha pêde çû: “Çi bê xwestin, ji bo diyarkirina çarenûsa gelê herêmê dê bikin. Vekişîna Amerîkayê nayê wateya ku hertişt xilas. Gefên wan îrade û îsrar gelê herêmê zêdetir dike. Hediya bang lihemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serîhildin.

(bx)

ANHA