Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?

Koçberên Kampa El-Cerbû bal kişandin ser rewşa jiyanî ya li kampê û wiha gotin: “Ji mirinê em reviyan, lê vaye dîsa mirin li pey me ye."  

Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?
Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?
Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?
Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?
Koçberên Kampa El-Cerbû: Mirovahiya rêxistinan li ku derê ye?
24 kanûn, 2018   08:11

XALID EL-CUMA-HEMED EL-MISTEFA / REQA

Bi hatina zivistanê re û li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî rewşa jiyanî ya koçberên Kampa El-Cerbû zehmet û dijwar bûye. Li gorî agahiyên ku koçberan dayî ev sê mehin tu alîkarî nedane wan.

Kampa El-Cerbû ya li gundewarê Reqayê yek ji kampên ku hatine paşguhkirin e. Di kampê de 270 malbatên ji ber şer ji herêmên cuda yên wek Dêrazor, Heleb, Hums û Hemayê hatîn bi cih bûne. Piraniya wan ji ber şerê di navbera rêjîma Sûriyê û çeteyên terorîst de nikarin vegerin warê xwe.

Di warê tenduristiyê de, derman û xwarinê de gelek kêmasî hene. Di nav kampê de bi sedan nexweş û astengdar hene. Heman demê de gelek nexweşî belav bûne. Bi hatina zivistanê re ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahî rewşa koçberan her ku diçe dijwartir dibe. Di bin konê koçberan de cokên avê derbaz dibin û çadir tijî av dibin.”

‘Tu aliyek rewşa me di ber çavan re derbas nake’

Koçberê bi navê Tirkî El-Şêx rewşa jiyanî ya kampê, sozên rêxistinên mirovahî li bîr anî û wiha axivî: “Rêxistinên ku ji bo alîkariya koçberan hevpeyman tomar kirin e, sozên xwe bi cih naînin. Hindek rêxistin di havînê de serdana kampê kirin lê di zivistanê de me kesek nedît."

Tirkî gotinên wiha domand: "Rêxistina ku îdiaya mirovahiyê  û mafê zarokan dike, mirovahiya wan li kuderê ye. Zarokên me bûne qurbaniyên şer û niha bê xwarin, bê cil û heta bê perwede mane."

Koçbera bi navê Sebha El-Sabêt jî banga alîkariyê li rêxistinan kir û wiha got: “Em ji mirinê reviyan, lê vaye dîsa li pey me ye."

Di gel rewşa jiyanî jî di kampê de dibistan  tune ye. Ji ber ku zarok bi malbatê xwe re ber bi herêmên aram ve koçber bûne, ji xwendinê qut bûne. Zarokên koçberan daxwaza vekirina dibistanekê dikin.

 ‘Ez dixwazim xwendin û nivîsandinê fer bibim’

Girêdayî mijarê zarokê bi navê Ehmed El-Salih ê ku tevî malbata xwe ji rojhilatê gundewarê Dêrazor koçber bûye wiha got: " Ez niha deh salî me, hê jî ez nizanim çawa pênûsê bigirim û navê xwe binivîsim. Ez dixwazim fêrî xwendin û nivîsandinê bibim.”

Zarokê bi nave Elî El-Abdullah ê ku ji çolistana Himsê hatiye jî wiha axivî: “Ez zarokên ku sibehê diçin dibistanê û nîvro vedigerin mala xwe dihesidim. Kes dengê zarokên kampan nabihîz e.”

(şx)

ANHA