Gelê herêmê li ser tenduristiya  Ocalan bi fikar in

Şêniyên Efrînê anîn ziman ku li ser teduristiya Ocalan bi fikarin û bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku bi erka xwe ya mirovahî rabin û binpêkirinên Tirkiyê rabin û gotin: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser tevahî gelan e.”

Gelê herêmê li ser tenduristiya  Ocalan bi fikar in
24 kanûn, 2018   07:34

ARIF SILÊMAN /ŞEHBA

Li tevahî cîhanê tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan tê şermezar kirin. Gelê Kurd û aliyên demokrat li çar aliyên cîhanê ji bo şikandina tecrîdê li ser piyan in.

Şêniyên Efrînê jî, siyaseta qirkirinê ya Tirkiyê ku li ser gelê Kurd û gelên herêmê û tecrîda giran kirî ya li ser Ocalan dide meşandin şermezar kirin û gotin tecrîda li ser Ocalan, tecrîda ser tevahiya gelan e.  

‘Dewletên desthilatdar naxwazin gelê Kurd bigehe azadiya xwe’

Şêniyê bi navê Welîd Bekir, yek ji berxwedêrên Kantona Efrînê ye ku piştî dagirkirina Efrînê li derbazî kampên herêma Şehba bûye û li berxwe dide, diyar kir ku dewletên desthilatdar nahêlin gelê Kurd bigehe azadiya xwe. Welîd da zanîn ku Ocalan ji bo doza Kurd û aştiya Rojhilata Navîn bang li tevahî cîhanê kir û wiha got: “Lê dewletên desthilatdar vê bangê paşguh dikin û naxwazin gelê Kurd bigehe azadiya xwe.”

‘Dixwazin fitneyan bixin nava gelên herêmê’

Her wiha Welîd Bekir destnîşan kir ku dewletên desthilatdar naxwazin projeya Netewa Demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were û wiha axivî: “Dewletên desthilatdar ên ku dixwazin bi fitneyan navbera gelên herêmê xirab bikin, ji bo berjewendiyên xwe tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dikin. Tecrîda li ser Ocalan, li ser tevahî gelan e.”

‘Armanca tecrîda li ser Ocalan şikandina vîna van gelan e’

 Jina bi navê Conviyan Mihemed jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Li tevahiya cîhanê kesên ku dixwazin bi fikir û felsefeya Ocalan jiyan bikin, rastî zilmê tên. Armanca tecrîda li ser Ocalan şikandina vîna van gelan e .”

‘Ocalan dixwaze gelên tên çewisandin rizgar bike’

Şêniyê bi navê Nezmî Bakîr jî destnîşan kir ku Ocalan rêberê mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Rêbertî dixwest doza Kurdî çareser bike, gelan ji zilm û koletiyê rizgar bike. Lê dewletên desthilatdar, di serî de dewleta Tirk bi komployek qirêj Ocalan girtin û tecrîda girankirî li ser didin meşandin. Azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên tên çewisandin bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.”

‘Bila rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ya mirovahî rabin’

Girêdayî mijarê şêniya bi navê Letîfe Elo jî got: “Em li ser tenduristiya Rêber Ocalan bê agahî ne û bi fikarin. Em bang li rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî dikin ku bi erka xwe ya mirovahî rabin. Kirinên ne exlaqî û binkirinên ku li ser Ocalan dide meşandin rawestîn in.”

(ekîb)

ANHA