Jinên Hesekê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatî avdan bernadin

Jinên bajarê Hesekê yên ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirin tecîdan ser Ocalan bûne, gefên ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê têkoşînê bidomîn in.

Jinên Hesekê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatî avdan bernadin
24 kanûn, 2018   06:43

ŞEVÎN HESEN/HESEKÊ

Li tevahî Sûriye û cîhanê gefên Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  rastî bertekan tê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gel li hemberî van gefan rabû serhildanê.  

Şêniyên bajarê Hesekê jî di çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de bertek nîşanî  gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Jinên ku tevlî çalakiyê bûyîn, gefên Erdogan şermezar kirin û wiha gotin çi bibe bila bibe dê berxwedan berdewam bike.

‘Dîroka Kurdan bi şoreş an tijî ye’

Jina bi navê Evîn Başo anî ziman ku dîroka Kurd bi şoreş û berxwedan an tijî ye û wiha axivî: “Lê ji aliyê pergalên desthilatdar ve rastî xiyanetê hatine û got: "Li Rojava çendî ku gel gavên nû di rêya azadiyê de bavêje, pergalên desthilatdar êrîşî gelan dikin di serî de dewleta Tirk a dagirker."

‘Dê Netewa Demokratîk ji aloziya Rojhilata Navîn re bibe çareserî’

Evîn di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê fikra Netewa Demokratîk a Ocalan ji xwe re kirine bingeh û wiha got: “Dê bibe çareserî ji hemû aloziyên Rojhilata Navîn.” Evîn  gotinên xwe wiha domand: "Em gelekî têkoşer in, teslîmkariyê nas nakin û dê li ser bingeha biratiya gelan ku me li Bakurê Sûriyê ava kiriye, têkoşîna xwe bidomîn in."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Kongreya Star Enûd Qero gefên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar kir û tekez kir ku bi saya fedekariyên şervanan gel di nav aştî û aramiyê de dijî.

‘Em bi şervanên xwe bawer in’

Enûd bal kişand ser berxwedana YPG/YPJ ku bi bê alîkariya kesî herêm rizgar kirin û fikrên xwe wiha anî ziman: “Em ne hewceyê kesî ne, ji ber ku em bi şervanên xwe yên fedekar bi bawerin. Ji ber ku berxwedana hêzên me hişt ku Koalîsyon bi me re hevalbendiyê bike.”

Girêdayî heman mijarê jina ciwan a bi navê Mehabad Şêx Seidûn tekez kir ku gefên Erdogan wê vîna gelê berxwedêr neşkîne û dê gel dest ji bostek xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernede.

Di dawiyê de Mehabad got: "Em ê xaka xwe biparêzin û em wê ji timakeran û dagirkeran re nahêlin."

(şx)

ANHA