'Divê hemû li hemberî gefên Tirkiyê rabin ser pêyan‘

Enadmên Kongreya Star a Lubnanê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku hikumeta AKP'ê bi rêya destdirêjkirina li hemberî jinên têkoşer û berxwedêr dijminahiya têkoşîna gelê Kurd dike. Endamên kongreyê bang li hêzên demokratîk û mirovî kirin ku li hember gefên Tirkiyê rabin ser pêyan.

'Divê hemû li hemberî gefên Tirkiyê rabin ser pêyan‘
22 kanûn, 2018   20:52

BEYRÛT

Kongreya Star li peytexta Lubnanê Beyrûtê girêdayî gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Bi dehan endamên Kongreya Star li ber Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyenî ji hêla endama kongreyê Rojîn Hesen ve hate xwendin.

Navaroka daxuyaniyê wiha ye:

'Dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û dijminahiya gelê Kurd dike. Niha jî dixwaze Bakurê Sûriyê dagir bike.

Di destpêka vê salê dewleta Tirk û çeteyên wê bi erêkirina Rûsya bajarê Efrîn piştî êrîşên hovane bi çekên pêşketî dagir kir. Niha jî berê xwe daye herêmên Bakurê Sûriyê yên ewle û dixwaze wê di nav bêdengiya dewletên koalîsyonê de û bi hindek lihevkirinên veşartî de dagire bike.

Dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina jinên têkoşer ên Rojava, Şengal û Mexmûr dijminahiya têkoşîna gelê Kurd dike. Ev pergal destek dide DAIŞ'ê hemû binpkirinên ne exlaqî de der heqê jinan de dike. Em teqez dikin ku ev pergal dê li ser destê têkoşerên jin ên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh û berxwedanek bêhempa di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de nîşan didin mîna pelementera Kurd Leyla Guven, bi dawî bibe.

Hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk û biratiya gelan pergalek civakî, aborî û çandî ava kirine û rêgeza aştiyê bi dewletên cîran re ji xwe re kirine bingeh. Di vê riyê de bi deh hezaran şehîd dane û DAIŞ'ê ber bi dawiyê ve dibin.

Gefên Tirkiyê nayên qebûlkirin û divê raya giştî ya navdewletî û bi taybet Hêzên Koalîsyonê bêdeng nemînin.

Heta niha jî Sûriye û Rûsya tu bertek nîşan nedane. Ev isbat dike ku dixwazên armancên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bînin.

Divê gelên cîhanê bertekek cidî li hember gefên Trikiyê li dijî gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan ên ku li şûna cîhanê şerê terorê kirine nîşan bidin.

Îro DAIŞ têk çû, em bi hêvî bûn ku aliyên rê li ber derketina DAIŞ'ê vekirina û sûcên şer pêk anîne werin cezakirin. Lê xuyaye ku hemû desteka dewleta Tirk a ku rê li ber derketina DAIŞ'ê vekiriye dikin. Tirkiye heta niha gefa êrîşan li Kobanê, Girê Spî, Minbic, Reqa, Dêrazor, Şengalê û Mexmûrê dixwe û êrîşî gelan dike.

Gefên Tirkiyê tê wateya desteka DAIŞ'ê û hemû dijminên demokrasiyê li Rojhilata Navîn.

Li ser vê esasê em bang li tevahiya gelên herêmê, hemû hêzên demokratîk û mirovahiyê dikin ku li hember van gefan rabin ser pêyan, da ku rê li ber pêkanîna sûcên din der heqê mirovahiyê bêne girtin.

Her wiha em bang li NY'yê dikin ku bi berpirsyariyên xwe li hember gefên Tirkiyê rabin û asîmana Bakurê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

(şx)
ANHA