Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin

Şêx êlên bajarê Reqa û gundewarê wê di civînekê de destnîşan kirin ku gelê herêmê di parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam in û gotin ew bi QSD‘ê re ne.

Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin
Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin
Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin
Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin
Rûspiyên Reqayê: Em ê destkeftiyan biparêzin
22 kanûn, 2018   20:17

EMMAR EL-XELEF-HEMÎD –EL-ELÎ / REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê îro bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî yên dawî bi taybet piştî gefên Tirkiyê li dijî herêmê civînek li dar xist.

Şêx êlên El-Efdalê, El-Musa El-Dahêr, El-Berîc, El-Welde, Hatêm El-Tey, El-Bû Esaf, El-Bûbena, El-Helîsat û El-Bû Hemîd, kesayetên leşkerî yên QSD'ê û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş tev li civînê bûn.

Civîn li hola civînan a bajarê Reqayê li dar ket.

Di destpêka civînê de rûspiyê êla El-Mûsa El-Dahêr a bajarê Reqayê Ayid El-Hadî axivî û got: "Mixabin dewletên Ereb dema zarokek an jî rojnamevanek li Tirkiyê were kuştin hemû şermezar dikin û medexele dikin, lê dema zarokên Sûriyê têne kuştin û koçberkirin, ew bêdeng dimînin."

El-Ayid wiha domand: "Gelo dewletên cîhanê ji kuştina zarokên Efrînê û koçberan li ku derê ne? Gelo ew dewletên ku banga mafên mirovan dikin çima daxuyanî nedan an jî gotin operasyonên Tirkiyê li Sûriyê dagirkerî ye?

Di dirêjahiya axaftina xwe de El-Ayid destnîşan ku ew wek êlên Reqayê piştgiriya QSD'ê dikin û wiha pê de çû: "Em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin na, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne şerxwaz in, em têkîliyên baş bi cîranê re xwe re dixwazin. Lê eger Tirkiyê şer dixwaze wê demê em amade ne û dê bi hêza zarên me matmayî bimîne."

Ji aliyê xwe ve fermendarê QSD'ê Luqman Xelîl axivî û teqez kir ku gefên Tirkiyê hemû gelên herêmê dike hedef.

Luqman wiha domand: "Dewletên dijberî projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Piştî rizgarkirina herêm ji hêla QSD'ê ve herêm di hemû warên jiyanê de pêş dikeve. Ji ber wê dewletên dijber hewl didin tevlihevî û fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin. Em di parastina herêmê xwe de li hember her mudexeleykê berdewam in û em ê destkeftiyên Sûriyê biparêzin."

Her wiha di civînê de yek ji rûspiyên bajarokê El-Hûs a rojhilatê gundewarê Reqayê Ehmed El-Elî axivî û got: "Gelo dewleta Tirk a ku hertim behsa ewlehiya xwe dike li ku derê bû dema çeteyên DAIŞ'ê xeta sînor dagir kiribû?, Niha piştî ku bi saya QSD'ê herêm ewle bûye, Tirkiyê dixwaze aramiya wê bihejîne. Em Tirkiyê wek êrîşker û dagirker li ser xaka me dibînin."

Di dawiya civînê de şêx û rûspiyên êlên Reqayê teqez kirin ku ew piştgiriya QSD'ê dikin.

(şx)

ANHA