Thomas Garrett biryara Trump rexne dike..Bi DÎMEN

Thomas Garrett rexneyên tundî li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir.

Thomas Garrett biryara Trump rexne dike..Bi DÎMEN
22 kanûn, 2018   20:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Garrett di rûniştina Kongreya Amerîkayê ya 19‘ê Kanûnê de li ser  biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê axivî.

Thomas Garrett gotina xwe ya di kongreyê bi dîmen qeyd kiribû û ser hesabê xwe yê twitterê belav kirbû.

Axaftina Thomas Garrett wiha ye:

"Rîca dikim, min ji xew hişyar bikin, ez kabûsekê dibînin

Çawa ez ê ji we re bêjin, ku li Rojhilata Navîn devereke heye Xiristiyan, Musliman, Ereb, Kurd, Asur û Êzidî jin û zilman bi hev re di çarçoveya xeteke demokratîk pirreng, lêborîn û nirxên mirov de dixebitin. Li bajarekî ku hovîntirîn şerê serdemî lê rû dide me aramî, ewlehî û pêşketin dît.

Çawa ez ê ji we bêjin ku, dewletên herêmî 10 milyon dolar ji belavkirina îdiayên derew li ser vê projeya demokratîk xerc dikin. Çawa ez ê ji we re bêjin ku rêjîma Îranê jiyana amerîkiyan bi jin û zilamên li Iraqê westandiye. Her wiha Putin, Esed û Erdoganê xwedî projeya faşîmza Osmaniya nû kêfxweşiyê dikin. Rîca dikim min ji xwe hişyar bikin, ez kabûsekê dibînin.

Di demên dawî de min serdana Bakurê Sûriyê kir û bi zilam û jinên wê yên leheng ku zarên xwe feda kirine hevdîtin kir. Lê piraniya amerîkiyan ev tişt nebihîstine. Li Hecîn, Dêrazorê, Minbic û Cerablusê xelkê jiyana xwe ji bo parastina gundên çemê Xabûr û herêma Cizîrê feda kirin û destek dane serok Trump ku koka rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê rabe.

Îro û bêyî hişyarî me ji wan re got ji we re bextekî xweş dixwazin. Meclisa Sûriyeya Demokratîk ne Kurdî ye, belê dibe ku kurdan ji bo avakirina wê alîkarî dabin, lê meclis ji jin û zilam ji hemû ol, etnîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.

Ragihandina Tirkan ji ragihandinê li pêş ên cîhanê ku azadiya wî nîn e. Dibêjin ku PKK‘ê li Tirkiyê terorîst û her aliyên pê ve girêdayî jî terorîstin, lê ev hemû ne rast in.

Heger hûn biçin Dêrazorê ku piraniya niştecihên wê ereb in, hûnê bibînin ku meclisa sivîl ji ereb in, li Minbicê jî fermandariyek heye kesên wê ereb in, li Cîzîrê jî fermandariyên Kurd û Xiristiyan hene.

DAIŞ hîna bi dawî nebûye. Dema ez li Bakurê Sûriyeyê bûn di rojekî de di şerên li Dêrazorê 87 kes mirin. Ev yek ne zûde bû, lew re vekişandina Amerîkayê dê DAIŞ‘ê bi hêz bike.

Heger Rûsya, Tirkiyê û Îranê bi biryara vekişandinê kêfxweş in, wê demê ev biryar xirab e. Tirkiyê dixwaze derbasî Minbicê bibe. Tiştên ku Tirkiyê li Efrînê û Babê kir me dît, alên Tirkî li ser avahiyên hikûmetê hilda kir, navên kolanan guhertin da ku serdema sultanên Osmanî vegerîne, zimanê Tirkî li ser zarokan ferz dikin, navê nexweşxaneya Avrîn ku bi Erebî û Kurdî nivîsî bû, niha bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin.

Ez pêşniyar nakim ku em êrîşî kesekî bikin, lê em parastina kesên ku guman dikirin em wan biparêzin bikin niha ew ê rastî kuştinê werin."