Dewreya 6’emîn a Disîplîna Leşkerî bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Siyamend a Disîplîna Leşkerî ya Herêma Firatê, dewreya 6`emîn bi dawî bû.

Dewreya 6’emîn a Disîplîna Leşkerî bi dawî bû
Dewreya 6’emîn a Disîplîna Leşkerî bi dawî bû
Dewreya 6’emîn a Disîplîna Leşkerî bi dawî bû
Dewreya 6’emîn a Disîplîna Leşkerî bi dawî bû
22 kanûn, 2018   11:50

GIRÊ SPÎ

Dewreya Şehîd Botan Reş ku 60 rojan dewam kir, waneyên bîrdozî û leşkerî tê de hatin dayîn. Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, bi dehan endamên disîplîna leşkerî, fermandarên QSD û YPJ`ê amade bûn.

Piştî torana leşkerî, ji fermandarên Disîplîna Leşkerî ya Herêma Firatê Seydo Efrîn axivî û girîngiya rola endamên Disîplîna Leşkerî di pêkanîna qanûnên leşkerî de anî ziman.

Di dawiya merasîmê de, endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kir, sond xwar.

Şervanê YPG`ê Botan Reş, di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya sala 2014`an li ser Kobanê de şehîd bûbû.

(kc)

ANHA