Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên li dijî QSD`ê de çekên NATO`yê bikar tînin

Şervanên QSD`ê di şerê li eniya El-Sûse û Şefaa de çekên ji cureya (M2 Browning) ku ji aliyê NATO`yê ve tê çêkirin, bi dest xistin.

Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên li dijî QSD`ê de çekên NATO`yê bikar tînin
22 kanûn, 2018   11:10

DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê şevê din li eniyên gundên bajaroka El-Sûse û El-Şefaa êrîşên dijwar birin ser noqteyên şervanên QSD`ê. Şervanên QSD`ê bersiva êrîşan dan. Di encama şerê li herêmê de,  hejmareke mezin ji çeteyan hatin kuştin û birîndar, her wiha gelek erebeyên çeteyan hatin teqandin.

Di heman demê de, çekên ji cureya (M2 Browning) di şer de ketin destê şervanên QSD`ê. Ew ji aliyê NATO`yê ve tê çêkirin. Çeteyan ew çek di êrîşên xwe yên li dijî şervanên QSD`ê de bikar tanîn.

(bx)

ANHA