325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn

Îro 325 ciwanên herêma Minbicê dewreya xwe bi dawî kir û tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn.

325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
325 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn
22 kanûn, 2018   12:07

MINBIC

Li Akademiya Şehîd Yekta dewreya 5`an a bi navê Foc Şehîd Mihemed Zaza bi tevlêbûna 325 şervanan bi dawî bû. Di dewreya perwerdeyê de ku 45 rojan dewam kir, waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, berdevkê Meclisa Şervan Derwîş û bi dehan fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Şervan Derwîş axivî û bidawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir. Derwîş wiha got: “Piştî we perwerdeya xwe ya fikrî û leşkerî bi dawî kir, hûn amade ne îro ax û welatê xwe biparêzin.”

Derwîş anî ziman ku di vê demê de hemû hêzan ji bo têkbirina îradeya wan, li hev kiriye lê nikarin îradeya wan a ku bi xwîna şehîdan çêbûye, têk bibin. Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwar.

(kc)

ANHA