‘Em nahêlin Tirkiyê xaka me dagir bike‘

Çalakgerên greva birçîbûnê yên navçeya Dirbêsiyê ku beşdarî çalakiyên konê mertala zindî ya Serêkaniyê bibûn got ew nahêlin Tirkiyê xaka wan dagir bike û dê heya dawiyê li ber xwe bibin.

‘Em nahêlin Tirkiyê xaka me dagir bike‘
21 kanûn, 2018   15:54

HESEKÊ

Çalakgerên greva biçîbûnê ya navçeya Dirbêsiyê îro tev li çalakiya kon mertalê zindî ya gelê Serêkaniyê bibûn. Têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Behiya Hisên got: "Me ev çalakî dane destpêkirin da ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Dewleta Tirk li hemberî herêmên me û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe. Bila Erdogan nas bikin ku ew ê ti carî bi ser nekeve û nikaribe derbasî xaka me bibe. Heger hewl da gavekê bavêje wê gelê me bêdeng nemîne û li ber xwe bibe."

Behiya Hisên bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên têkbirina projeya neteweya demokratîk yekîtî û hevgirtina xwe ava bikin.

Girêdayî heman mijarê welatiya bi navê Mihemed Hesen gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kir û bi gefan bi dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wesifand û got: "Îro herêmên me di nav ewlehî û aramiyê de ne. Erdoganê kujer carek din gefan li herêmê gefan dixwe."

Mihemed diyar kir ku çalakiyên wan berdewam be heta gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bi dawî bibin.

Ebdulbaqî Ebdulrehman jî got: "Berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe bernadin. Tirkiye û çeteyên wê dê nekaribin gelê ku azadî û rumet armancên wî ne têk bibe. Em xaka xwe bernadin û îro ji cihê me li ser sînor em vê yekê teqez dikin.``

ANHA