Kedkarê ragihandina azad Rêwan hate bi bîranîn

Endamê Ragihandina YPG‘ê têkoşer Rêwan Zagros di salvegera şehadeta xwe ya 4‘emîn de hate bi bîranîn.

Kedkarê ragihandina azad Rêwan hate bi bîranîn
Kedkarê ragihandina azad Rêwan hate bi bîranîn
Kedkarê ragihandina azad Rêwan hate bi bîranîn
21 kanûn, 2018   15:15

QAMIŞLO

Bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê, şervanên YPG, YPJ, endamên Yekitiya Ragihandina Azad, endamê Ragihandina YPG‘ê Keder Xelef (Rêwan Zagros) di salvegera şehadeta xwe ya 4‘emîn de bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugur hate bi bîranîn.

Di merasîmê de, xalê şehîd Rêwan Cemal Hisên axivî û anî ziman ku şervanên YPG û YPJ‘ê ji destpêka şoreşa vee erka parastina gel û herêmê ji rêxistinên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, girt ser xwe.

Cemal Hisên destnîşan kir ku şehîd Keder carekê di eniyên şer de birîndar bû û li nexweşxaneyên Stenbolê tedawî dibû, lê nexweşxana dihêle û dîsa vedigere Rojava û beşdarî pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bû. Kedar li ser soza xwe ma ta gihaşt asta şehadetê.

Piştî axaftinan beşdaran gul li ser gora şehîd danîn.

Di oxira ragihandina dengê heqîqetê de şehîd bû

Têkoşer Keder Xelef bi nasnav Rêwan Zagros di pêngava rizgarkirina navçeya Til Hemîsê de li gundê Filistîn ê girêdayî bajaroka Ceza ya kantona Qamişlo 21 kanûna 2015‘an şehîd bû.

Rêwan bi kamîreya xwe berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê û hovîtya çeteyan ragihandin û di oxira ragihandina dengê rastiyê de şehîd bû.

ANHA