Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe

Akademiyên Feyad El-Şeblî û Sarya Ronahî yên girêdayî QSD`ê, 2 dewre bi tevlêbûna 52 şervanan bi dawî kirin.

Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe
Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe
Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe
Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe
Roj bi roj hêza QSD`ê mezin dibe
21 kanûn, 2018   11:32

GIRÊ SPÎ

Akademiyên Feyad El-Şeblî û Sarya Ronahî yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 2 dewre bi navê "Îsmaîl Dilî û Dilgeş Kobanê" bi beşdarbûna 51 şervanên QSD`ê bi dawî kir.

Di Akademiya Şehîd Sarya de 24 şervanan waneyên leşkerî li ser vekirina mayinan û waneyên bîrdozî wergirtin, her wiha 27 şervanên di Akademiya Şehîd Feyad de waneyên leşkerî û bîrdozî wergirtin û 45 rojan dewam kir.

Her du akademiyan, îro sibehê merasîmek bi hev re bi beşdarbûna bi dehan şervanan û fermandarên QSD`ê li dar xist.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê fermandarê akademiyên QSD`ê li Eyn Îsayê Kanî Xelîl axivî û destnîşan kir ku rola li ser milê şervanan dikeve ku bi erka xwe rabin û parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Xelîl da xuyakirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya têgeha jiyana hevbeş di pêkhateyên herêmê de ye.

Merasîmên bidawîkirinê bi sûndxwarina leşkerî bi dawî bû.

(jo)

ANHA