HRRK amadekariya kongreya xwe ya 6`mîn dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû rewşenbîrên Rojava, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, şêwekar, şanoger, sînemager, muzîkjen û akademîsyenan kir ku tev li xebatên kongreya 6`mîn bibin.

HRRK amadekariya kongreya xwe ya 6`mîn dike
21 kanûn, 2018   11:27

QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di civîneke çapemeniyê de ku îro li bajarê Qamişlo li navenda hevgirtinê ya bajarê Qamişlo bi tevlêbûna endamên hevgirtinê hat lidarxistin, bang kir. Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê endamên hevgirtinê Îbrahîm Xelîl û Meryem Temir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dê kongreya 6`mîn a hevgirtinê were lidarxistin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dirûşmeya "Efrîn nasnameya fedakariyê ye û ezmûna jiyanê ye" dê HRRK kongreya xwe ya 6`mîn li dar bixe û bi hêvî ne ku bingeha xwe ya çandî firehtir bikin da ku rewşeke baş ji rewşenbîrên Rojava re ava bike.

Her wiha hevgirtinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa heyî pir hesas e, hevgirtin û xebatên hevbeş di bin sîwana parastina xaka welat û destkeftiyên gel û civakê de ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tê xwestin. Hevgirtinê destnîşan kir ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û gefên dagirkeran li dijî herêmê berdewam dikin, ji ber wê hevgirtin xwe wek parçeyekî di nava xebatê de dibîne da ku tev Ii bidawîkirina dagirkeriyê bibe û bi hemû şêwazan li dijî gefên dagirkeran bisekinin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû rewşenbîrên Rojava, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, şêwekar, şanoger, sînemager, muzîkjen û akademîsyenan kir ku tev li xebatên kongreyê bibin da ku tecrubeya hevgirtinê bi nêrîn, pêşniyar û rexneyan zengîn derbas bibe.

(bx)

ANHA