Nûnerên Bakurê Sûriyeyê wê bibin mêhvanê Elysee yê

Piştî biryara DYA ya vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê û şûnde, 2 nûnerên Bakurê Sûriyeyê wê roja Înê li gel Serokkomarê Fransayê bibin mêhvan.

Nûnerên Bakurê Sûriyeyê wê bibin mêhvanê Elysee yê
20 kanûn, 2018   18:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê PYD‘ê li Fransa Xalîd Îsa ê ji AFP’ê re axivî, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar û Seroka Meclîsa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed wê bibin mêhvanê Qesra Elysee.

Îsa got: “Li bendê ye ku Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar û Seroka Meclisa Rêveber a meclisê Îlhan Ehmed biçin Parîsê.”

Qesra Elysee ragihand ku wê roja Înê her du nûneran li Parîsê bikin mêhvan.

Beriya niha Sibata 2015’an Serokkomarê Demê François Holland Hevserok PYD’ê Asya Abdullah û Fermandar YPJ’ê Nesrîn Abdullah û nûnerê PYD’ê yê Fransa Xalid Îsa bibûn mêhvanên Qesra Elysse.