Pîrê: Lihevkirineke nû di asoyan de xuya ye

Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê got dibe ku rêdayîna êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beramberî vegerandina Idlib û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rejîmê re bê kirin. Kadar, bang li NY û koalîsyonê kir ku li dijî gefan helwesteke cidî nîşan bidin.

Pîrê: Lihevkirineke nû di asoyan de xuya ye
20 kanûn, 2018   08:37

MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin. Kadar Pîrê tekez kir ku Tirkiye dixwaze li Sûriyê tekane projeya demokratîk jî têk bibe û wiha got: “Duh yek ji kesên nêzî Erdogan ji televizyona erebî Sky News re ragihand ku wan di şerê Kobanê de şaşî kiriye û diviyabû ku di wê demê de Kurd û projeya wan tune bikirana."

Armanca Tirkiyê, li ku dibe bila bibe tunekirina Kurdan e

Pîrê armanca gefên Erdogan wiha rave kir: “Erdogan naxwaze gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku ditirsin ku projeya demokratîk û mafên gelê Kurd derbasî hundirê Tirkiyê bibe. Lê ji ber kîn û nefreta wan ji gelê Kurd re, li şûna ku çareseriyeke adil ji doza Kurd re bibînin, hewl didin li Rojava, Başûr û li ku derê gelê Kurd heye, tune bikin." Pîrê destnîşan kir ku li gel xwesteka têkbirina projeya demokratîk, di heman demê de hemû hêz tê gihîştine ku çavbirçîbûnên Erdogan ên aborî ku veşartî ne, li herêmê hene. Pîrê daxwaza Erdogan a ji Helebê heya Mûsilê dagirkirin, bi bîr anî û wiha got: “Ev herêm ji herêmên herî dewlemend ên Sûriye û Iraqê ne.”

Kadar Pîrê bal kişand ser rewşa opozîsyona navxweyî û wiha axivî: “Kesayetên opozîsyona hundirîn ên Sûriyê nikarin ji ber binpêkirinên rejîmê bertekên cidî û li dijî berjewendiyên rejîmê bidin.”

Pîrê lewazbûna helwesta rejîmê der heqê gefên Erdogan de wiha nirxand: “Biryara rêjîma Sûriyê di destê Rûsya û Îranê de ye. Her du hêz ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê dikişînin nava Sûriyê. Rûsya û Îran dixwazin Amerîka hevalbendiya xwe ya bi QSD’ê re winda bike. Bi taybet jî piştî ku Amerîka her tim teqez dike ku Îran û Rûsya ji Sûriyê vekişin. Divê em bi bîr bînin ku Rûsya lihevkirinên demdirêj ji bo bikaranîna petrola di herêmên destê QSD’ê de bi rejîmê re mohr kiriye. Tevî wê jî ez bawer dikim ku lihevkirineke Rûsî-Tirkî-Îranî, li ser beramberî radestkirina Idlib û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rêdana ji êrîşên Tirkiyê re heye. Bi vê yekê her yek ji wan dê bigihîjin armancên xwe."

Helwestên NY û koalîsyonê têrê nakin, divê qedexekirina balafiran ferz bike

Kadar Pîrê di berdewama axaftina xwe de helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navdewletî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Rast e, QSD li şûna hemû cîhanê şerê terorê dike. Lewre jî NY û koalîsyonê helwest nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê dan. Lê ev helwest têrê nakin, divê Koalîsyonê Navdewletî ji Efrîn, Dêrik, Dêrezor û heta Reqayê bixe bin sîwana xwe û firîna balafiran qedexe bike.”

Piştî ku siyasetên Tirkiyê têk çûn, niha dixwaze rejîmê vegerîne wekî berê

Kadar Pîrê tekez kir ku Tirkiye rêxistina Birayên Misilman (El-Îxwan) a di cîhanê de wek bingeha terorê tê nasîn, dike û wiha axivî: “Efrîn ji herêmên herî ewle yên Sûriyê bû. Tevî niştecihên wê, nêzî 500 hezar koçber lê bi cih bûbûn. Lê niha di bin dagirkeriya Tirk de veguheriye herêmeke nearam.”

Pîrê desnîşan kir ku Tirkiye armanc dike ku Sûriyê dagir bike, xêr û berekata wê talan bike û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku siyasetên Tirkiyê li herêmê têk çûn, tenê têkbirina her projeyeke demokratîk û vegerandina rêjîma Sûriyê mîna berê armanc dike.”

Kadar Pîrê di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî cîhanê kir û axaftinên xwe wiha bi dawî kirin: “Divê tevahiya cîhanê li dijî siyasetên Tirkiyê derkeve. Tirkiye dixwaze bi rêya şantajê Ewropa û dewletên Ereban li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Cîhan hemû tê gihîştiye ku Tirkiye sponsora terorê ye.”

(şx)

ANHA