Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, wateya xwe çi ye?

Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, wateya xwe çi ye?
20 kanûn, 2018   08:11

Ezîz Koyluoglu

Daxuyaniyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku got "Şerê me tenê di çarçoveya têkbirina DAIŞ’ê de bû û DAIŞ bi bin ketiye", nû nîn in. DYA ji roja destpêkê ya hatina xwe ya li Sûriyê ve, di çarçoveya dijberiya DAIŞ’ê de dide diyarkirin. Di heman demê de ji bo li Sûriyê destûreke nû çêbe û di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an de çareseriyek li Sûriyê wek armanca xwe dabû xuyakirin. Di esasê xwe de bi ev daxuyaniya Trump re dîsa hatiye dubarekirin. Kişandina kesên dîplomatîk û bi demê re kişandina leşkeran di nava 60 heta 100 rojan hate îdiakirin. Ev dê çi qas pêk were û rewşa fizîkî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dê çi qas rê bide, ne diyar e. Lê gelê herêmê divê xwe ji bo hemû rewşan amade bike.

Gotina Trump a "DAIŞ bi bin ket" ji rastiyê dûr e. Berovajî vê DAIŞ li Rojhilata Navîn li benda derfetekê ye ku ji nû ve zindî bibe. Gotinên Trump jî rê dide vê zindîbûna DAIŞ’ê. Ne tenê zindîbûna DAIŞ’ê dibe ku herêmeke berfireh dîsa bixe destê xwe. Xwendineke şaş li ser DAIŞ’ê heye ku wek komek ji derve hatiye herêmê, tê dîtin. Ev rastiya DAIŞ’ê nexwedine. DAIŞ ji bingehê ve di sêgoşeya Urdin, Sûriyê û Iraq ji aliyên dewletên wek Tirkiyê  hate avakirin û kesên destpêkê DAIŞ ava kir, piranî kesên ji wan hereman bûn. Pişt re gelek hêz li ser esasê bikaribe bi kar bîne, kesên xwe beşdarî nava DAIŞ kirin. Ji bo vê jî DAIŞ ji herêmê bi temamî tune kirin, dibe ku bi deh salan têkoşînê bixwaze.

Vekişîna DYA’yê ji Sûriyê, ne tenê li Sûriyê, wê li Rojhilata Navîn jî rewşa heyî biguherîne. Ev dide xuyakirin ku di siyaseta xwe ya heta niha de guhertineke cidî dike. Guhertineke wiha bi taybet li Sûriyê hemû herêmê ji Rûsya û Îran re hiştine. Jixwe Tirkiye beşek ji itîfaka Rûsya û dagirkeriya li ser herêmê wê bandoreke li ser Rûsya û Îran neke. Berovajî vê heta astekê dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyê di berjewendiyê Rûsya deye ku, li ser Îranê hinek din jî zext bike.  

Rûsya û Îran ev demek e li benda daxuyaniyekî wiha bûn ku wê hêzên koalîsyonê ji Sûriyê vekişin. Ev ne di berjewendiyê DYA’yê, ne jî di berjewendiya gelên Sûriyê de ye. Lê xuya ye di berjewendiyê Trump de ye. Trump ji bo êrîşên siyasî yên li ser xwe yên welatê xwe bide derbaskirin, rojevek wiha da diyarkirin. Trump hinekî ev gefên dewleta Tirk ên dagirker ji ev siyaseta xwe jî bi kar anî û destê xwe li beramberî hêzên di nava Amerîkayê de dixwazin DAIŞ’ê bi temamî tune bikin, xurt kir.

Ji daxuyaniyê jî diyar dibe ku derveyî Trump kes vekîşîneke bi vî rengî rast nabîne. Him dewletên Ereb yên herêmê, him jî Îsraîl di heman demê de gelê Sûriyê naxwazin vekişînek bi  vî rengî rast nabînin. Diyar dibe ku dewletên Ewropî jî di helwestên xwe didin diyarkirin ku vekîşîneke koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ji Sûriyê di berjewendiya xwe de nabînin.

Kî vekîşîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê di berjewendiyê xwe de dibîne, eşkere ye. Di serî de Rûsya ji roja destpêkê hebûna Amerîkayê di berjewendiya xwe de nabîne û li dijî wê derdikevin. Ya duyemîn jî dewleta Tirk ya dagirker e. Dewleta Tirk a dibin dîktatoriya Erdogan de ye, hebûna Armerîkayê li Sûriyê di berjewendiyê xwe nabîne û ji bo ji Sûriyê derkeve çi ji destê wê tê dike. Dewleta Tirk ji destpêkê ji bo DAIŞ bibin nekeve hemû rêbaze bikartîne. Ya girîng jî Îran ji her aliyê ve naxwazin Amerîka li herêmê bimîne. Vekîşîna Amerîka wê xizmeta wan dewletan bike.

Na ger DYA bi dewleta Tirk ya faşîst re ketibe nava îttîfakeke nû, wê ev jî rewşa Sûriyê biguherîne. Wê ne demê ne Rûsya ne jî Îran dagirkeriyekî wiha yê rejîma Erdogan ya faşîst qebûl nake. Derketina DYA di berjewendiyê Rûs û Îran debe jî, lê wek wekîlê Amerîka, dewleta tirk ya dagirker ne Rûs ne jî Îran qebûl nakin.

Vekişîna Amerîkayê li Sûriyê di heman demê tê weteya şikestina siyaseta derve ya Amerîkî. Ne tenê li Rojhilata Navîn, lê cîhanê jî tê wateya şikestineke mezin. Lê ev gotina tenê ne yê Trump bin.  

Niha li vir pirseke din heye ku wê Rûsya tena xwe bikaribe ji bin barê krîza Sûriyê derkeve. Di baweriya min de ger vekişînek wiha bilez a Amerîkiya çêbe, wê siyaseta Rûsyayê ya Sûriyê jî bixe nava krîzeke mezin. Ev niha ne diberjewendiya Rûsya de ye jî.

Di rewşek wiha de dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi bike?

Yek; gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja destpêkê ve li dijî çeteyên DAIŞ, Cephet El Nusra hemû komên dixwestên keremeta wan bişikînîn, têkoşîn kirin.

Du; têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya hêzek ji derve dest pê nekir. Îro jî bi wê ve nameşe. Wê ji îro pê de jî bimeşe.

Sê; herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin gefên rejîma faşîst a Erdogan de ye. Gelên herêmê çawa li dijî DAIŞ’ê tê koşiyan, wê li dijî êrîşên faşîst ên Erdogan jî tê bikoşin.

Çar; ger gefên rejîma faşîst a Erdogan bidomin û vegere êrîşan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin bi her kesê li dijî êrîşan têkevin nava îttîfakên nû. Rê li pêşiya gelan vekiriye.