Rayedarên Minbicê: Em ê bi yekrêzî li hember êrîşên Tirkiyê bisekinin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbêcê Mihemed Xêr Şêxo got gefên Tirkiyê wan natirsînin, dê bi yekrêzî li hember gefên Tirkiyê bisekinin û herêmên xwe biparêzin.

Rayedarên Minbicê: Em ê bi yekrêzî li hember êrîşên Tirkiyê bisekinin
20 kanûn, 2018   07:39

MINBIC

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê  Mihemed Xêr Şêxo ji ajansa me re axivî û anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi yekrêzî li hember gefên derve ku ewlehiya herêmê dikin hedef, bisekinin.

Mihemed Xêr destnîşan kir ku Minbic  beşek ji Bakurê Sûriyê ye, di demên dawîn de gefên Tirkiyê li ser herêmên Rojhilatê Firatê, di nav de Minbic, hene.

Şêxo anî ziman ku Rêveberiya Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Tirkmen, Çerkes, Kurd û Ermen bi hev re dijîn û Minbicê di hemû aliyan de bi rê ve dibin.

Her wiha Şêxo bibinketina DAIŞ’ê li Dêrazorê û gefên Tirkiyê bi hev ve girê dan û wiha got: "Hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê diyar e, dema şerê rizgarkirina Hecînê hate ragihandin ku xaka dawî ya di destê DAIŞ‘ê de maye, dagirkeriya Tirkiyê êrîşî  herêmên aram û gelê sivîl ên li Bakurê Sûriyeyê kirin. Niha DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe , ji ber vê yekê hikumeta AKP‘ê plan êrîşa li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên rizgarkirî bike."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo bang li şêniyên Minbicê kir ku bi yekrêzî li hemberî gefên têkirina ewlehiya herêmê bisekinin û wiha got: "Divê em li rex Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bisekinin û herêmên xwe ji êrîşên muhtemel biparêzin."

ANHA