Projeyên biçûk bûne çavkaniya debara şêniyên Dêrazorê

Projeyên biçûk ji projeyên girîng ên ku şêniyên navçeyên Dêrazorê debara xwe pê dikin, wekî projeya meştelên çandiniyê ya vê dawiyê, li gelek bajarên Sûriyeyê belav bûne û ew jî pisporiyekê dixwaze.

Projeyên biçûk bûne çavkaniya debara şêniyên Dêrazorê
Projeyên biçûk bûne çavkaniya debara şêniyên Dêrazorê
Projeyên biçûk bûne çavkaniya debara şêniyên Dêrazorê
Projeyên biçûk bûne çavkaniya debara şêniyên Dêrazorê
20 kanûn, 2018   07:24

EBDELLAH EL-MENSÛR /DÊRAZOR

Hemwelatî li herêmê girîngiyê didin meştelan, ji ber vê li bajaran ji bo diyariyên wekî gulan û  ji bo deynin ser balkonan (şaneşîn), hundirê malan an jî di gulistanên malan de û li navçeyan  zeviyên çandiniyê fireh in û şênî gelekî bi çandina daran ve girêdayî ne.

Meştelên biçûk di hundirê gulistanên taybet de çêdibin û şitilan diparêzin û hejmara wan zêde dikin, her wiha cihê wan ne pir mezin e, ji bo ku şitilên çandiniyê bifiroşin.

Hemwelatî Ecîl El-Ebûd ji gundê El-Seûd ê rojavayê Dêrazorê ye û karê meştelan dike, wiha axivî: “Min projeya xwe bi pereyên hindik dest pê kir û li gorî derfetên xwe şitilan bi rêya siwareyên taybet ji Efrînê û Hemayê tînim.”

Her wiha Ebûd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Min destpêkê 700 şitilên cur bi cur anîn, wekî hemdiyat, sêv, canirk, mircan, kîna, loz, zeytûn û hinar û debara xwe pê dikim. Buhayê her cureyekî cihê ye û ji hezar heta 3 hezar lîreyên Sûriyê ye.”

Dema çandina şitilan di Çile heya dawiya Sibatê de ne, ji ber di wê demê de ax bi lihêm e û av tê de heye.

ANHA