'Osmaniyan şêx Şemer kuştine, em nahêlin Erdogan heman tiştî dubare bike'

Rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê xuya kir ku ewladên wan dê xaka xwe biparêzin û gotin; "Erdogan dixwaze xewna Osmaniyan a ku Şêx Şemer kuştiye vegerîne, lê em rê nedin ku carek din dubare bibe."

'Osmaniyan şêx Şemer kuştine, em nahêlin Erdogan heman tiştî dubare bike'
20 kanûn, 2018   07:12

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Nerazîbûnên girêdayî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Şêniyên herêmê tekez dikin ku ev gef hebûna wan dikin hedef û Erdogan hewl dide siyasetên kal û bavên xwe yên nîjadperestiyê vegerîne.

Girêdayî mijarê rûspiyên êlên Ereb ên nvaçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo xuya kir ku armanca Erdogan ji van gefan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye ku bi saya fedekariyên mezin ên pêkhateyên herêmê bi rêya hevgirtin û yekîtiya xwe bi dest xistine.

Rûspiyên êlên Ereb helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê tekez kir. Rûspiyan diyar kir ku eger Tirkiye di nav bêdengiya wan dewletan de êrîşî herêmê kir û ew ê li hember bisekinin.

Rûspiyê êla Şemer a Ereb a navçeya Til Hemîsê Mifdî El-Tilfah axivî û wiha got: "Mafê tu dewletekî nîn e ku bi rêbazên nerewa dewleteke din dagir bike yan jî êrîşî wê bike." EL-Tilfah gefên Erdogan şermezar kir û wiha got: "Ne ji mafê Erdogan e mudaxeleyî herêmên me bike ku bi saya fedekariyên şêniyên wê ewle bûye."

El-Tifah di berdewama gotinên xwe de xuya kir ku armanca Erdogan ne tenê gelê Kurd e lê belê hemû gelên herêmê ye û wiha domand: "Ev herêm hatibû paşguhkirin. Gelek komên terorîst ew dagir kirin û tevliheviyek li herêmê derxistin, heta gihaşt asta ku mirov nedikarî bi saxlemî bigihîje mala xwe."

El-Tifah destnîşan kir ku bi hevgirtin û yekitiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan, herêm rizgar kirin û pergaleke demokratîk ku mafê hemûyan mîsoger dike, ava kirin. Her wiha Erdogan muxetab girt û wiha got: "Li ser hedê xwe bisekine û bihêle ku gel di nav aştiyê û aramiyê de bijî. Em naxwazin tu kes mudaxeleya me bike û em wek gelê Sûriyê dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mifdî El-Tilfah armancên Erdogan ku mîna planên kal û bavên xwe yên Osmanî ne, bi vê mînakê rave kir: "Împaratoriya Osmanî şêxê êla Şemer Ebdulkerîm Sefûk El-Cerba El-Farês ji ber kar û barên girêdayî neteweya Erebî darve kiriye û beriya wê jî bavê wî Şêx Sefok darve kiriye. Eger lawaziyek di neteweya Ereb de tune bûya, wê demê Erdogan gef li herêmê nedixwarin."

El-Tilfah destnîşan kir ku aramiya herêmê ji bo şêniyên herêmên din ên Sûriyê hêviyek e, ji lew re berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Tifêhyîn Silêman Mihemed Silêman xuya kir ku gelên Bakurê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan dijîn û tekez kir ku hemû şêniyên herêmê jin, zarok û mêr fedeyî xaka xwe ne. Silêman wiha domand: "Em hemû gelê Sûriyê ne û em ê parastina xaka xwe bikin. Em gefên Tirkiyê û her gefek tevahiya Sûriyê dike hedef red dikin."

Girêdayî timayên Erdogan li herêmê, Silêman ev tişt anî ziman: "Erdogan dixwaze xewnên Osmaniyan û bi taybet dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê ji Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablus vegerîne."

Têkildarî heman mijarê rûspiyê êla El-Reîdat a navçeya Til Hemîsê Beşîr El-Şemalî destnîşan kir ku ew wek êlên herêmê vejandina xewnên Osmaniyan red dikin û mudaxeleyên tirkî yan jî biyanî red dikin. Beşîr El-Şemalî tekez kir ku ew wek êlên herêmê amade ne li hember her êrîşekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

(şx)

ANHA