ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.12.2018
20 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Kongreya Star û PYD‘ê li bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û piştgiriya çalakiya Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê didin destpêkirin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Birak li dijî gefxwarinên Erdogan diherikin qadan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku ew ê xaka xwe biparêzin û gotin: "Erdogan dixwaze xewna Osamniyan a ku Şêx Şemer kuştiye vegerîne, lê em rê nedin ku ev tişt carek din dubare bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo anî ziman ku gefên Tirkiyê yên dagirkirinê gelê Bakurê Sûriyê natirsîne û destnîşan kir ku ew ê bi yekrêzî li hemberî van gefan ewlehiya herêmê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê "Şerê Tinekirina Terorê" ya li dijî DAIŞ‘ê li gundewarê Dêrazorê destnîşan kir ku gefên Erdogan dikeve xizmeta terorîstan û got: "Em ê nesekinin, em ê xaka xwe ji her êrîşan biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Siyasetmedarê Sûriyê yê muxalif Deham El-Setam destnîşan kir ku Erdogan bi rêya gefa êrîşan li dijî herêmên Sûriyê dest bi propogendeya hilbijartinên Tirkiyê dike û hewl dide aloziya Tirkiyê ya hundirîn derbasî derve bike. Deham bang li gelê Sûriyê kir ku li hember dijminatiya Erdogan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd gotin: Pêwîste tevgera siyasî ya Kurdî li tevahî Kurdistanê xîtaba xwe li hemberî gefên Tirkiyê bikin yek û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi cidî bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mudirê Rêxistina Kurdên Bê Sînor Kadar Pîrî tekez kir ku Erdogan hewl dide gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe tune bike. Kadar hebûna lihevkirinek li Sûriyê girêdayî vegerandina Idlibê û bakur-rojavayê Sûriyê ji rêjîma Sûriyê re li beramberî rêdayîna Tirkiyê re ji bo êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike destnîşan kir. Her wiha got ku êrîşên Tirkiyê dê bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî be. Kadar bang li NY û koalîsyonê kir ku helwestek cidî li hember van gefan nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xalîda Ebdo destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan û gefên wî yên êrîşa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca jê ew e ku destekê bide çeteyan. Xalîda bang li hevgirtinê li gelê herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya konvendanê ya şermezarkirina gefên Tirkiyeyê ya ciwanên Reqayê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Siyasetmendarên jin ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê anîn ziman ku daxuyaniyên Erogan sînyalên şerekî nû li herêmê dide û gotin, armanca Erdogan a vî şerî dagirkirina beşek ji xaka Sûriyeyê, her wiha biçûxistina rola jin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Projeyên biçûk ji girîngtirîn projeyên ku niştecihên gundewarên Dêrazorê vedikin, ji wan projeya vekirina meştelên çandiniyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Şaredariya Reqayê diyar kir ku ew ê di demên nêz de pirsgirêka kombûna avê li ser rêyan çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zehmetiyên koçberan li gel kêmbûna alîkariyan her ku diçe zêdetir. Rêxistinên mirovî ji bo koçberan bi milyon dolaran digirin li gor budeçeya ku ji bo alîkariyê têne veqetandin, lê diyar e ku rêxistin  wekî tê xwestin kar nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA