Aldar Xelîl: Me hêviyên xwe bi hêzên derve girênedane

Têkildarî daxuyaniya rêveberiya Koşka Spî ya der barê vekişandina hêzêz Amerîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aldar Xelîl got: "Heger man dibe ku sûn ji mayîna wan were girtin û heger çûn jî ya girîng berxwedana gelê me ye, me hêviyên xwe hêzên derve girênedane."

Aldar Xelîl: Me hêviyên xwe bi hêzên derve girênedane
19 kanûn, 2018   21:35

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Koşa Spî ya Amerîkayê û Rêveberiya Trump îro daxuyanî dabû û ragihandinbûn ku erka hêzên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bûn û dê hêzên xwe vekişînin. Li ser vê mijarê Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl daxuyanî da ajansa me. Xelîl anî ziman ku wan ti carî hêviyên xwe yên serkeftina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nespartine hêzên derve.

Aldar Xelîl got: "Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin. Tê xwestin ku em vê pêvajoyê baş binirînin. Ev demeke Erdogan gefan li tecrûbeya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Beriya niha destek da DAIŞ‘ê dema êrîşî Kobanê kir, her wiha êrîşî kantona Efrînê kir, hemû rêbazên siyasî û doplomasî bi kar anîn da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe."

Aldar Xelîl diyar kir ku Erdogan careke din dest bi gefxwarinên xwe kirine û dibêje ku wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Xelîl anî ziman ku Erdogan bi van gefên xwe hewl dide destkeftiyên gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan derbe bikin û pergala demokratîk têk bibe.

Xelîl bal kişand ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê li hemberî gefxwarinên Erdogan parastina destkeftiyên xwe dikin û ji her rewşê re amade ne.

Aldar Xelîl got: " Erdogan hemû rêbazên siyasî, leşkerî û doplomasî bi kar tîne da ku pilanên xwe pêk bînin", her wiha destnîşan kir mijarên niha ketiye rojevê daxuyaniya Serokê Amerîka ya der barê vekişandina hêzên Amerîkaya ji Sûrieyê ye û wiha anî ziman:  "Em ti carî negotiye ku em bi hêzên derve parastina xwe dikin, anî jî emê bi desteka derve şoreşa xwe bi ser bixin. Lê belê şoreşa me bi hêza xwe ya xweser û hevgirtina hemû pêkhateyên gelê herêmê heya niha berdewam e."

Derbarê biryara Serokê DYA ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê Aldar Xelîl anî ziman ku dem û çawaniya vekişandinê heya niha diyar nebûye û got: "Serokê Amerîkayê Trump daxuyanî dabû ku erka xwe ya li dijî DAIŞ‘ê bi dawî bûye û dê hêzên Amerîkayê vekişin."

Xelîl got: "Hêviyên me ne girêdayî hêzên derve, heger man dibe ku sûd ji mayîna were girtin, heger biçin jî ya girîng berxwedana gelê me ye."

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ji bi dawîkirina gefên Tirkiye pêwîste zext li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî yên sivîl were kirin û ev tişt anî ziman: "Eger gel bi hemû pêkhate û saziyên xwe yên sivîl ên demokratîk ve bi awayekî demokratîk  daket qadan dibe ku êrîşên Tirkiye berê ku pêk werin, bên sekinandin."  

Aldar Xelîl gotinên xwe berdewam kir û got: "Divê gelê me li hemû herêmên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên xwe li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin, xwe ji aliyê parastin û ewlehiyê ve xurt bikin û yekîtiya xwe di hemû waran de ava bikin."

Xelîl destnîşan kiir ku hêza civakê ya rêxistinî, leşkerî û beravanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare gefên Tirkiyê bişkîne û got: "Ev ji gelê me ne dûr e. Gel xwe bi xwe birêxistin kiriye, pîrozahiya şoreşa xwe parastiye û dê karibe destkeftiyên ku bi xwe bi xwe bi dest xistiye biparêze. Divê kes têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexê hesaba xwe, ji ber ku bi saya xwîna bi hezaran şehîda û têkoşîna gelê herêmê pêk hatine. "

Her wiha Aldar Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê û derve ye û wiha domand: "Çawa gelê me li Kurdistanê û derve piştgiriya Kobanê piştre berxwedana Efrînê kir, divê piştgiriya gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û li hember gefan dakevin qadan. Her wiha em bang li hemû hêzên demokratîk û civaka navdewletî dikin ku li rex gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

ANHA