‘Divê gelên herêmê bi hev re li hemberî gefên Tirkiyeyê bisekinin’

Reportaj Summay

‘Divê gelên herêmê bi hev re li hemberî gefên Tirkiyeyê bisekinin’
19 kanûn 2018   05:20

HESEN ELÎ / NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî Hamo Meskvian got li hember gefên Tirkiyeyê, ji gelên herêmê tê xwestin ku li cem hev bisekinin û yekitiya xwe ya dîrokî ava bikin û serkeftina li dijî dewleta Tirk ku 400 salan gelên herêmê kiribûn kole, ragihînin.

Der barê gefên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî   Hamo Meskvian bersiva pirsên ajansa me da.

Armanca gefên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji êrîşkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek pêkhate wekî Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Aşûr tê de dijîn, çi ye?

Piştî sultanê Osmanî Ebdulhemîd ku gelek komkujî li ser gelê herêmê kirin û taybet di navbera 1896-1897’an de 300 hezar Ermenî qetil kirin. Erdogan xwe wek sultanê nû yê dewleta Osmanî dide nîşandan. Ew dibîne ku Bakurê Sûriyê û axa Sûriyê axa Osmaniyan e û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji Osmaniyan hate standin, ew dibîne ku wext hatiye wê axê vegerîne û vê yekê bi hinceta tunekirina Kurd, Ermen û Suryan û Êzidiyên ku bi hev re li dijî terorê şer kirin, dike û Erdogan navê terorê li wan dike.

Aliyên ku berjewendiyên wan di êrîşkirina Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, kî ne?

Aliyên ku berjewendiyên wan di dagirkirina Bakurê Sûriyê de hene, hin hevalbendên Tirkiyeyê ji dewletên Ereban ku destekê didin Îxwan El-Muslîmîn û DAIŞ`ê û bi salan ji bo avakirina dewleteke îslamî alîkarî dane DAIŞ`ê. Her wiha hin dewlet hene ku bi awayekî seranser difikirin wekî rêjîma Sûriyê û Rûsya û hin dewletên rojavayî ku wê Erdogan êrîşî herêmê bike û gelê wê tune bike, paşê wê li gorî berjewendiyên wan jê derkeve. Lê Erdogan ger êrîş bike, dê herêmê dagir bike û komkujiyan der heqê gelê wê de pêk bîne û jê dernakeve.

 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Firatê ev 4 sal e bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ`ê dikin. Gelo çi ji Koalîsyona Navneteweyî tê xwestin li hemberî van gefan?

Mixabin heta niha armanca Koalîsyona Navneteweyî nayê zanîn. Jê tê xwestin ku biryarekê bide û nehêle balafir di ezmanên van herêmên ku dibîne cihê herî demokratîk di cîhana Erebî de ne, bigerin. Ji ber min serdana van herêman kir û min her tişt dît. Her kes beşdarî rêveberiyê bûye û her kes bi zimanê xwe dixwîne û wekheviya di navbera wan herêman de heye. Divê koalîsyon helwesteke cidî ji bo Tirkiyeyê ku komkujiyan pêk tîne, nîşan bide. Her kes dizane ku Tirkiye di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hin çeteyên ji gelê herêmê bi kar anîn da ku xiristiyanan qir bike.

Herêmên ku Tirkiyeyê li Sûriyê dagir kirine wekî Cereblus, Bab, Ezaz û Idlibê û herî dawî Efrîn, li wan herêman ewlehiyê qet tune ye, ji bo wê gelo hûn dibînin Tirkiye îstîqrarê pêk tîne, yan bêîstîqrarê ye?

Ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê ji aliyê kujer Mistefa Kemal Ataturk ve ku gelê me yê Ermenî tune kir, Tirkiyeyê bingeha sereke ya bêîstîqrara li herêmê ye. Divê dewletên Ewropayê baş bizanibin ku bi hezaran sîxûrên Tirkiyeyê piştî ku komkujî li Rojhilata Navîn taybet li Iraq û Sûriyê kirin, reviyan Almanya û Fransayê û hin dewletên Ewropayê. Em dibînin ku derbe li istîqrara li Ewropa xistin û dizîn û kuştinê pêk tînin. Ew sîxûrane ku di dîrokê de komkujî ji Asya Navîn û Rojhilata Navîn heta rojhilatê Ewropa pêk anîn bi awayekî azad berê xwe da Ewropayê.  

Gelo hûn bêdengiya Neteweyên Yekbûyî heta niha hemberî êrîşên Tirkiyeyê li ser Cereblus û Babê û hin herêmên din ên Sûriyê, çawa dibînin?

Neteweyên Yekbûyî her tim li hember komkujiyên der heqê gelan de pêk tê, bê deng e. Piştî ku komkujî pêk tên, derdikeve û daxuyaniyan dide. Berdewama bêdengiya Neteweyên Yekbûyî dihêle komkujî der heqê gelan de bêhtir bibe.

Gelê Ermenî di nav gelên ku rastî komkujî û qirkirina Osmaniyan hatin de, helwesta wan li hember gefên Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Ermenî jî lê dijîn, çi ye?

Ermenî ji gelên ku gelek caran rastî komkujiyên ser destê Tirkiyeyê û çeteyên wê hatine. Li gorî raferanduma sala 1911`an hejmara gelê Tirkiyeyê 11 milyon bû, di nav de 4 milyon Ermenî hebûn, lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hejmara Ermeniyan ji milyonekî kêmtir bû. Em spasiya gelê Kurd dikin ku gelek caran Ermenî ji komkujiyan xelas kirin. Îro em li Bakurê Sûriyê dibînin ku Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Aşûr û Êzîdî bi hev re ne, ji ber min 2 caran serdana Bakurê Sûriyê kir û bi hemû gelan re rûniştim.

Çi ji gelê herêmê tê xwestin ku li pêşiya van gefên bisekinin?

Ji gelê herêmê tê xwestin ku bi hev re bisekinin û yekitiya dîrokî ava bikin û serkeftina li dijî dewleta Tirk ku 400 salan gelên herêmê kole kiribûn, ragihînin.

(jo)

ANHA