ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2024
30 hezîran 2024   02:00

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 28 sal beriya niha bi çalakiya xwe ya fedayî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêvajoyek nû da destpêkirin û bû sembola xeta azadiya jinê, bi gotinên xwe jî roja îroyîn dike. Şehîd Zîlan di nameya xwe de gotibû, “Divê hûn azadiya xwe bi erzanî ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e.”

Şêniyên kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina êrişan armanc dike ku axa Sûriyeyê dagir bike, ewlehiya wê têk bibe û zirarê bide aboriya wê bike. Şêniyan gotin, dê dest ji axa xwe bernedin û piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê bikin.

Tevgerên Kurdan di sedsala 20`an de li hemberî siyasetên pîşaftinê û qirkirina li Bakurê Kurdistanê li ber xwe da. Têkoşîna çekdarî ya ji serhildana Şêx Seîd dest pê kiriye, bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re veguherî têkoşîneke bîrdozî û leşkerî û ji gelê Kurd re bû hêvî ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa guhartina hikumeta Şamê di sazûmaniya hêzên xwe de, têkiliyên Amerîka û Siûdî û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnamevan Murhef El Şaîr û hiqûqnas Adil El Hadî diyar kirin ku hikumeta Şamê dixwaze careke din Siwêdayê kontrol bike û gotin, aramiya heyî, nayê wateyê ku alozî bi dawî bûye, lê rewş mîna bombeyekê ye dibe di her kêliyê de biteqe.

Silêman El Elî Silêman destarê ji bavê girtiye li seranserî bajarê Hecînê genimê şêniyan dihêre.

Şaredariya Gel a Qamişlo, sûka nû ya qesaban vedike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 28ˊan a şehadeta şehîd Zîlan de, merasîma bîranînê li dar dikeve û tê de xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa beşdar dibin, merasîm ji Qada Şehîd Xebat li Girkê Legê ya kantona Cizîrê dest pê dike, saet 10:00ˊan. Li bajarê Til Hemîsê Kongra Star li Navenda Çandê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. Li Qamişlo, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê şehîd Zîlan bi bîr tîne, saet 11:00ˊan. Li kantona Efrîn û Şehbayê Kongra Star li bajarokê Ehdas meşekê li dar dixe, saet 16:30ˊan. Xelkê Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê meşekê ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê li dar dixe, saet 18:00ˊan. Li kantona Dêrazorê Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Meclisa Rêvebera gundewarê rojava çalakiyekê li dar dixe, her wiha li Hesekê li Parka Serdem merasîma bîranînê tê lidarxistin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Mîhrîcana Şehîd Zîlan li dar dixe, çalakiyên mîhrîcanê li Qada Jina Azad a Kobanê dest pê dikin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)