El-Qeftan: Tirkiye gefa derbaskirina terorîstan li Ewropayê dixwe

Reportaj Summay

El-Qeftan: Tirkiye gefa derbaskirina terorîstan li Ewropayê dixwe
5 kanûn 2018   05:20

EYN ÎSA

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku Tirkiye di civîna Stanbolê de girêdayî mijara Idlibê gef li 4 dewletên ewropayê bi derbaskirina terorê ji ewropayê re xwariye. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya bikaranîna hindek Sûriyan hewl dide dagirkeriya xwe rawa bike.

Girêdayî pêşketinên dawîn li ser asta Idlibê rû didin, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan bersiva pirsên ajansa me dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

-Tevî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li ser mijarê Idlibê, şer di navbera di navbera rêjîma Sûriyê û komên din ên li Idlib  berdewam e, herî dawî êrîşa li dijî herêmên Helebê bi çekên kîmyewî hatin kirin, di nêrîna we de ev hemû çi didin diyarkirin?

Ji bo mijara bikaranîna çekên kîmiyasal, her yek gogê davêje aliya din. Komên çekdar û rêjîma Sûriyê hev du bi êrîşê tewanbar dikin. Di vir de kê êrîş pêk aniye ne girîng e, lê ya girîng kî bû qurban. Şêniyên Sûriyê dibin qurbaniyên van nakokiyan. Her yek dixwaze aliyê din bixe xefkê û gelê Sûriyê dike qurbana projeyên xwe. Gelê Sûriyê dikujin piştre hev du tewanbar dikin. Em niha ne aliya ku êrîşê pêk aniye didarizînin, lê ya pêwîst ji bo me çima wisa dikin? Hemû bûyerên li Sûriyê rû didin tenê ji bo xizmeta berjewendiyên dewletên derve û ji bo bilindkirina hejmara kuştiyan rû didin.

Ji bo mijara Idlibê, mixabin em ditirsin ku bibe sedema dirêjkirina temenê aloziyê û bi taybet hebûna Tirkiyê. Em hertim dibêjin ku divê Tirkiye bi awayekî erênî aloziya Sûriyê hemêz bike, lê di dirêjahiya 8 salên aloziyê de me barovajî wê dît. Tirkiye bi awayekî neyînî nêzî aloziya Sûriyê dibe. Dagirkirina Efrînê isbata vê yekê ye. Tirkiye bi dargirkirina Efrînê re bêaramî û tevlihevî carek din vegerand herêmên Bakurê Sûriyê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Rûsya şirîkê rêjîma Sûriyeyê ye. Di van demên dawîn de li ser mijara Idlibê nakokî di navbera daxuyaniyên Rûsya û Sûriyê derketin holê, gelo ev daxuyanî mijûlkirinek(xapandinek) çapemenî ye an jî di rastiyê de nakokî di navbera her du aliyan de heye?

Ez hertim dibêjim dewlet ne komeleyên xêrxwaziyê ne, dewlet berjewendî ne. Dema Rûsya berjewendiya xwe bi hikumeta Sûriyeyê re bibîne, wê demê ne tenê hikumeta Sûriyê lê belê berjewendiyên Sûriyê diparêze. Di navbera dewletan de dijminahiya domdar û lihevhatinên domdar tune ne lê berjewendiya domdar hene. Dewlet hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin. Lê gelo berjewendiyên gelê Sûriyê li ku derê ye? Divê em hewl bidin berjewendiyên xwe bicih bînin û berjwendiya me di sekinandina gola xwînê ye. Erê raste nakokî di navbera Tirkiyê û Rûsya de hene, lê divê em ji bîr nekin ku balyozxane û qunsilî hene û berjewendiyên van dewletan hev du qut dikin. Hevdîtin di navbera hemû aliyan de yên girêdayî mijara Sûriyê bê cudahî ji bo parastina berjewendiyên xwe hene. Tu nakokî di navbera dewletek û dewletkî din de tune ye, nakokî di navbera berjewendiyan de heye û divê gelê Sûriyê vê bizanibe.

Divê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe bi dewletên din re bibîne. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koalîsyona Navdewletî re li ser bingeha berjewendiyên gelê Sûriyê têklî danî. Mînaka wê jî şerê li dijî DAIŞ'ê ye ya ku bi hemû şêwazan gelê herêmê dikujt. Em tenê ji bo xizmeta gelê Sûriyê têkiliyan datînin û em ê hewldanên xwe bê vê mebestê bidomînin.

-Serokê Rûsya Pûtîn û nûnerê dayîm ê rêjîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî bi daxuyaniyên cuda êrîşî Tirkiyê kirin, ji ber ku Tirkiye di kontrolkirina komên terorîst ên li Idlibê de têk çûye, gelo ev daxuyanî îşareta oparasyonek leşkerî ya nêz e?

Erê raste El-Cafer û Pûtîn Tirkiyê tewanbar kirin. Lê pirs di vir de, ma çima El-Caferî dengê xwe nekir dema Tirkiyê Efrîn dagir kir, çima şerê DAIŞ'ê li Dêrazor û Reqayê nekirin, çima Rûsya leşkerên xwe ji herêmên Efrînê û Kefercenê kişand û derî ji Tirkiyê re vekir da ku derbasî Efrînê bibe? Gelo daxuyaniyên El-Caferî û Pûtîn wê gelê Sûriyê yên ku hatine kuştin vegerinin? Eger rast dibêjin, bila balyozxaneyên xwe ji Tikriyê bikşînin û bêjin ku ev dagiker xaka me dagir kiriye. Lê êdî tu sûdên gotinan neman e. Em gelê Sûriyê wergera rast dixwazin em naxwazin bi hestên gelê Sûriyê bilîzin.

Eger hemû alî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, bila Cinêvê li Şamê yan jî Himsê yan jî li Qamişloyê li dar bixin û dikên din bila li Heleb, Eyn Îsa û li Deraayê li darkevin. Çima em ê biçin dewletên derve ji bo aloziya xwe çareser bikin?. Ger rast bawer dikin ku danûstandina li Eyn Îsayê li darketiye niştîmanî ye, bila şandeyên xwe ji bo diyalogan bişînin û daxwazên xwe bêjin. Di demên derbasbûyî de me bang li danûstandinên bê şert bi rêjîmê re kir. Piştre li ser bingeha demokratîk, azadî û ne navendî û wekhaviyê di navbera gelê Sûriyê de, em bi rêjîmê re ketin diyalogê. Em tu silogana ji El-Ceiferî û tu gotinan ji Rûsya naxwazin. Em qebûl nekin ku gelê Sûriyê bibin kaxiza danûstandinê. Divê gelê Sûriyê vê tiştî baş bizanibe.

-Di nêrîna we de êrîşên dewleta Tirk ên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelo ji bo xapandina raya giştiye yan jî ji bo têkçûna xwe li Idlibê binuxmîne?

Tirkiye gelek axaftin kir, dema axaftin zêde bibe daxwazî jî zêde dibin. Tirkiyê got wê derbasî Minbic, Girê Spî û Kobanê bibe. Kesayetên ji Mertala Firatê û komên din ji Tirkiyê xwestin ku gotinên xwe pêk bîne ji ber wê dest bi oparasyona li dijî herêmê kir. Bi nêrîna min Tirkiye bi êrîşên xwe hewl da nerazîbûnên komên çekdar vehewîne.

Divêyabû ku opozîsyona Sûriyê ya ku ji bo berjewendiya Tirkiyê kar dike, ji Tirkiyê re bigot em şerê gelê xwe nakin û em gelê xwe nakojin. Em nedihizirîn ku dûrxistina Beşar Esed ji desthilatdiyê wek şertekî danûstandinê bixwazin. Berovajî opozîsyonê ya ku dixwaze Beşar ji deshilatdariyê dûrbixe û şûna wî rûne û karên wî yên berê bidomîne. Em vê zihniyetê red dikin. Dema em kesekî ji desthilatdariyê dûr bixin û kesek din bi heman zinhiyetê deynin şûna wî mîna ku Itîlaf dixwaze wê demê tiştek nehat guhertin.

Gelo çaranûsa Idibê çi ye û bûyerên sûrprîz ku dibe ku lê pêk werin çi ne?

Bi nêrîna min wê tiştek li Idlibê rû nede. Di civîna Stanbolê de ku di navbera 4 dewletan de Rûsya, Elmanya, Fransa û Tirkiyê pêk hatiye, Tirkiyê gefa derbaskirina 5 milyon terorîst û penaberên Sûriyê ji dewletên Ewropayê re xwar eger hemleya li dijî Idlibê destpê bike.

Ez dibînim ku wê tu hemle beyî lihevkirinek navdewletî destpê neke. Bûyerên ku li Idlibê rû didin tenê bi armanca tesfiyekirina hin komên terorîst e weke Cebhet El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam û hwd pêk tên. Idlib wê di nav aramî û ewlehiyek ne rast(xeyalî) de bimîne, mîna ku rêjîma Sûriyê şirketên jinûveavakirin tîne herêmê. Wê tu aramî li herêmê pêk neyê, eger bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirin çênebû û bi niştimanperweriyê û welatparêziyê bawer nekir, ji ber ku gelê Sûriyê yek laş e. 

-Li gel dagirkirinek hindek herêman, gelo çaranûsa Tirkiyê li Sûriyê dê çawa be?

Tirkiye bi xwe xaka Sûriyê dagir nekir, lê belê ji bo rawakirina projeya xwe hindek welatiyên Sûriyê bi kar anî. Ji aliyekî din ve Tirkiye dixwaze ji civaka navdewletî re bêje ku li herêmê ew dewletk bi hêz e. Ên ku ji Tirkiyê re ji bo pêkanîna projeya xwe li Sûriyê rê vedikin, hindek gelê Sûriyê bi xwe ne. Em projeya Tirkiyê ya imparatorî li ser xaka Sûriyê qebûl nakin, ji ber ku em xwediyên vê xakê ne.

Ji vir de divê em gelê Sûriyê muxeteb bigirin da ku zanibin ku projeyên li herêmê pêk tên çawa tên birêvebirin û gelo ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê an na? Eger ji bo berjewendiya gelê Sûriyeyê ye be tu pirsgirêk tune ye. Lê eger ne wisa be divê em  hertim bifikin ku em Sûrî ne.

ANHA